Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ê ku di 11ê Tebaxa 2018an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dast bû, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê ji aliyê şanogeran ve hate bibîranîn. Endamên Şanoya Bajêr a Amedê, Seroka Daîreya Çandê û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş û malbata Yalçinkaya tev li bîranînê bûn.
Li ser gorê fatîha hatin xwendin û rêz hate girtin. Şanoger Ozcan Ateş di bîranînê de axivî û behsa jiyan û lîstikvaniya serkeftî ya Mehmet Emîn Yalçinkaya kir û gelek xeyalên Yalçinkaya nîvco mane û ew ê van xeyalan pêk bînin. Ozcan Ateş diyar kir ku Mehmet Emîn Yalçinkaya wê neyê jibîrkirin û li ser wesiyeta Yalçinkaya di salvegera 7emîn a koça wî de navê wî li eywanek şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Ozcan Ateş got ku ew ê navê hevalê xwe Emîn li her cihî zindî bihêlin.
Seroka Daîreya Çandê û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş jî axivî û hunermend Yalçinkaya bi bîr anî û got ew ê xwedî li ked û têkoşîna Yalçinkaya ya di warê çand û hunera Kurdî de derkevin.
Beşdarên bîranînê gul û kulîlkan danîn ser gora Yalçinkaya û bername bi dawî bû.