Şandeyên Ukrayna û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo gotûbêjkirina muzakereyên aştiyê yên bidawîkirina şerê Ukrayna û Rûsyayê dê sibê li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî bicivin.
Çaverê ye ku serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro bi welîahdê Siûdî Mihemed Bîn Selman re hevdîtinên dîplomatîk bike. Serokê Ukraynayê diyar kir ku: “Piştre wê ekîba min li Erebistana Siûdî bimîne da ku bi hevkarên me yên amerîkî re hevdîtinan bike.”
Li gorî nûnerê amerîkî yê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff ku dê beşdarî dan û standinan bibe; “Tê pêşbînkirin ku dan û standinên sibê çarçoveyekê ji bo peymana aştiyê û agirbesteke destpêkê di navbera Rûsya û Ukraynayê de diyar bike.”
Serokê Ukraynayê gotibû Kîev piştgiriya “diyalogeke çêker” dike, lê dixwaze “berjewendiyên wê li ber çavan bên girtin”. Her wiha anîbû ziman ku ew di wê baweriyê de ku dê encamên hevdîtinê erênî bin.