7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Yekîtiyê

Di vê qonaxa nû de yekîtiya kurdan a netewî ji bo kurdan wekî nan û avê pêwîst e. Lewra demildest divê kesên rewşenbîr, entelektûel, kurdistanhez, xemxûrên Kurdistanê destên xwe bixin bin bar û aliyên siyasî li hev bînin

Piştî ketina Esad dîsa nîqaş û gengeşiyên li ser yekitiya kurdan geş bûn. Pêvajo û konsepta heyî yekitiyê li ser kurdan ferz dike, lewra di serî de Mazlûm Abdî û gelek kesên dilê wan ji bo Rojava lê dide banga avakirina yekitiyê li aliyên Kurdî yên Rojava dikin. Di vê navberê de hêzên navnetewî yên wekî Fransa û Emerîka jî ji aliyên kurdî dixwazin ku yekitiya kurdan ava bikin. Her wiha gelek kesayetiyên navdar ên Kurd jî li ser platformên cuda daxwaz û kelecana xwe ya ji bo yekitiyê kurdî vedibêjin. Tecrûbe û ceribînên me yên dîrokî bi awayekî li ber çavan e ku parçebûna me gelek caran bûye sedema windakirina me, ji bo ku dîrok xwe dubare neke hişyariyên wan kesayetiyan pir girîng in. Lêbelê tiṣta xuya dike ev bangewazî têrê nakin ku hê jî aliyên kurdî bi ber hev ve nayên. Gelek sedemên vê yekê jî hene, lêbelê yek ji van sedema ya sereke parçebûna me hiş û bîra me ye ku wekî welatê me parçe bûye. Me kurdan heta niha hiş û bîreke hevpar ava nekiriye, her çendî pêşengên me pirî caran behsa yekîtiyê kiribin jî me guh nedaya wan. Bi perçebûna welêt bûye sedema perçebûna hiş û bîra kurdeyatiyê jî. Ji ber vê sedemê jî gelek caran tevî derfetên mezin jî Kurdistaneke yekpare pêk nehatiye. Li ser maseyan Kurdistan li gorî dilê dagirker û hêzên navnetewî hatiye parçekirin. Bêguman hê jî taybetî dagirker ji vê parçebûnê di nav kurdan de gur dikin ku naxwazin hêzeke hevpar a kurdî çebe. Ji bo vê yekê her tiştî dikin, li ser meselê Tirkiye niha li Rojava piştgiriyê dide aliyekî kurdan, aliyê din ê kurdî jî wekî “terorîst” bi nav dike. Armanca wan jî ev e ku kurd li hev nekin da ku hemû deskeftiyên wan ên bi berxwedaneke bêhempa û di qada şer de bi canê xwe bi dest xistin, li ser maseyê ji dest wan biçin. Heman tişt gelek caran Îranê jî kir û li ser maseyê kurd kuştin. Dagirker ji bo Kurdistanê xwedî stratejî û plan in ku stratejî û planên wan li ser tunebûna kurd û Kurdistanê ne. Ev yek jî bi parçekirina hiş bîra kurdî pêkan e. Lewra gelek caran piştgiriyê dide hinek partiyan kurdan an jî hinek aliyên kurdî û hinekan jî wekî “terorîst” bi nav dike. Vê yekê ne tenê îro tenê dikin, vê yekê bi sedan salan dikin.

Tevî ku rejîma Esad hilweşiya jî daxwaz û tevlîheviyên Erdogan dike hê jî berdewam in. Lewra hê jî çavên wî li deskeftiyên kurdan e ku wan tune bike. Ji bo vê berê çeteyên xwe dide ax û bajarên kurdan. Têkçûna DAIŞê li Kobanê bûye girik ketiya nav dilê Erdogan, xewn û xeyalên Erdogan li Kobanê serobino bûn, lewra berê wî û çeteyên wî li Kobanê ye, hema li ber derfetan e ku êrîş bikin. Di bingehê de Erdogan ji bo xewn û xeyalên xwe pêk bîne her rê û rêbazî rewa dibîne. Ji ber vê yekê jî li dijî yekitiya kurdan herî zêde ew di nav keftûleftê de ye. Bi rêya MÎTê bi hinek kesayet û partiyan re hevdîtinan pêk tînin ku yekîtiya kurdan çênebe. Çawa ku xewn û xeyalên Erdogan rastî berxwedana Kobanê hat û destûbirakên wî li Kobanê fetisîn, wê yekîtiya kurdan jî hemû daxwaz, xewn û xeyalên Erdoganî di qirika wî de bihêle. Ji bo vê tenê pêwistî lihevhatina partiyên siyasî yên  kurdî heye.

Hewce nake ku mirov behsa giringiya yekîtiya netewî bike, ji ber ku her kesê/a xwedî wîjdan û hişmendiyeke netewî dizane ku yekitiya kurdan a di vê pêvajoya konsepta nû de ferz e. Çawa ku parastina Rojava li ser me hemû kurdan ferz e, dozkirina yekitiya kurdan jî ji pêşeng û siyasetmedarên Kurd li ser hemû kurdan ferz e. Lewra divê civaka Kurd berê xwe bide aliyên siyasî yên kurdî û yekîtiyê li ser wan ferz bike. Divê Kurd, aliyên siyasî yên ketina xefka dagirkeran hişyar bike û berê wan bide yekîtiya netewî ya kurdî. Her wiha divê kurd bînin bîra hemû aliyên siyasî yên Kurd ku berjewendiyên civakê ji berjewendiyên partiyan an jî yên şexsî girîngtir û mezintir in.

Di nav me kurdan de meseleyek heye ku her tim ji bo navçîtiyê tê gotin. Mesele wiha ye; dibêjin ku dema di navbera du aliyan de pevçûn derdikeve dayîkek an jî jinek kitana xwe ya spî diavêje erdê û pevçûn radiweste. Vêca niha hemû dayîk û jinên dilşewat ji bo yekîtiya kurdan kitanên xwe diavêjin erdê û ji aliyan doza yekîtiyê û lihevkirinê dikin. Mafê ti aliyan nîne ku kitanên spî bin pê bikin û van deskeftiyên bi xwîna keç û xortên pakrewan sor bûyin ji bo berjewendiyên partî û kesayetiyên xwe bifiroşin.

Di vê qonaxa nû de yekîtiya kurdan a netewî ji bo kurdan wekî nan û avê pêwîst e. Lewra demildest divê kesên rewşenbîr, entelektûel, kurdistanhez, xemxûrên Kurdistanê destên xwe bixin bin bar û aliyên siyasî li hev bînin. Şervan û gel heta roja îro rola xwe lîstin, ji bo vê jî her tiştên xwe dan. Şervanan can û hevalên xwe dan û civakê jî zarok, mal û milkên xwe texsîr nekir di oxira xaka pîroz de feda kir. Êdî dora siyasetê ye ku xwedî li van derkeve, lêbelê rewşa siyasetê ji vê yekê dûr e, lewra êdî divê kesên derveyî siyasetê bikevin dewrê û rê nîşanê siyasetê bikin. Civak, şervan, şehîdên nemir û dîrok vê ji we dixwazin û li ser we ferz dikin. Lewra demildest  dev ji daxuyaniyên şexsî berdin û bibin komek an jî şandeyek berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.  Divê rewşenbîr, hunermend, dîndar, siyasetmedarên derveyî Rojava, nivîskar û kom bi kom berê xwe bidin Rojava da ku barê şervanan sivik bikin.

Ji bo yekîtiya aliyên siyasî yên Rojava divê şandeyeka rûspiyan di demeka zûtirîn de bê avakirin û berê xwe bide Rojava da ku rê li ber hemû kesên din jî vebe. Divê ji bo vê şandeya yekemîn jî kesên xwedî hiş û bîra kurdî hebin. Bêguman kesên xwedî hiş û bi kurdî berjewendiyên partî û keseyatî dikarin biavêjin hêleke din. Ev kes xwedî wîjdan in û ji kurdayetiya xwe hez dikin. Pêşniyara min a ji bo şandeya yekemîn wiha ye; ji hunermandan Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer û Ciwan Haco, ji nivîskaran  Selîm Temo û Kawa Nemir, ji siyasetmedaran Leyla Zana,  Ahmet Turk û Gultan Kişanak, Osman Baydemîr, ji helbestvanan Ehmed Huseynî û Berken Bereh, ji akademîsyanan Jan Ilhan Kizilhan, Kamûran Berwarî û Ibrahim Seydo Aydogan, ji dindaran Şêx Mûrşîd Xêznewî û Mela Ahmet Turhalli.