25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Swîsreyê: Her kes piştgiriyê dide mangê

Şandeya ji Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz, Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK) Ahmet Yaman û Nûrhan Tekdag di çarçoveya danûstandinan de li Parlamentoya Federal a Swîsreyê hevdîtin kir.

Şandeyê bi Parlamenterê Partiya Keskan û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Nicolas Walder, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst (SP) Cedric Wermuht û Parlamenterê SPê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Fabiran Molina re rûnişt. Di hevdîtinan de li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin agahî hatin parvekirin.

Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK) Nûrhan Tekdag li ser naverok û armanca hevdîtina şandeyê agahî parve kir: “Şandeya me ku ji min, hevalê me Ahmet Yaman û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyya Boz pêk dihat, me bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin kir. Me duh ewil bi Nîcalos Walder, Cedric Wermuht û Fabiran Molina re hevdîtin kir. Me li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk niqaş pêş xistin. Me wekî şandeyê ji bo mafê hêviyê û çareseriya pirsgirêka kurdan hin daxwazên xwe anîn ziman. Me xwest ku em li Swîsreyê Konferansa Kurd pêk bînin. Me xwest şandeya ku li Tirkiyeyê ava bûye jî tev li vê konferansê bibe û nûnerên partiyên siyasî û nûnerên dewletê yên Swîsreyê jî, ji Swîsreyê hem DEM Partiyê ziyaret bikin û hem jî komîsyona li meclisê hatiye avakirin ziyaret bikin. Hemû hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re erênî pêk hatin. Tevan banga Aştî û Civaka Demokratîk erênî pêşwazî kirin. Hikûmeta Swîsreyê xwest wekî çavê sêyemîn şande û komîsyona li meclisê hatiye avakirin bişopînin.”

Nûrhan Tekdagê da zanîn ku partiyan di hevdîtinan de pirsa, “Bi rastî PKKê dest ji çekan berdaye yan na?” pirsîn û wiha berdewam kir: “Me jî diyar kir ku heta niha hemû gavên ku ji PKKê û Îmraliyê hatine xwestin, tev hatine avêtin. Me got ‘hin peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirên wan in hene.’ Lê Tirkiye li gorî wan peymanên navneteweyî tev nagere. Me xwest ku ji bo Tirkiye li gorî van peymanan tev bigere, swîsre bêtir zextan li ser Tirkiyeyê bike. Me xwest Swîsre rista xwe ya li dijî Tirkiyeyê pêk bîne. Me bi Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê re hevdîtin kir. Eleqeyek li hemberî pêvajoyê heye.”

Nûrhan Tekdagê, bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo parastina mafê hêviyê jî û wiha berdewam kir: “Ji bo mafê hêviyê bê parastin û Birêz Abdullah Ocalan azad bibe, têkoşîna me hem di aliyê dîplomasî, hem di aliyê hiqûqî û siyasî de dê berdewam bike. Heta aştî û civaka demokratîk pêş bikeve, dê têkoşîna me her dem berdewam bike.”