12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir

Di civîna Konseya Wezîrê Karên Derve ya Yekitiya Ereban de kêliya ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan vexwendin ji bo axaftinê, şandeya Sûriyeyê civîn terk kir

Piştî ku wezîrên karên derve yên dewletên ereban li hev civiyan û xalên ku dê nîqaş bikin diyar kirin, civîna 162’yemîn a Konseya Wezîrên Karên Derve ya Yekitiya Ereban li navenda wê ya li Qahîreyê dest pê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî tev li civînê bû. Piştî 13 salan ango ji sala 2011’an ve cara yekemîn e ku tev li civîna Yekitiya Ereban dibe. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dawetî axaftinê hate kirin pê re şandeya Sûriyeyê civînê terk kir.

Piştî ku şandeya Sûriyeyê civîn terikand, di navbera endamên Yekitiya Ereban de nîqaşên li ser rola Tirkiyeyê ya li herêmê carek din dest pê kirin.