11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya PYDê li Silêmaniyê bi gel re civiya

Li Silêmaniyê şandeya PYDê bi xelkê Rojava û Başûrê re civiya. Di civînê de hat diyarkirin ku heta hemû mafên Kurdan li Sûriyeyê tên bidestxistin wê têkoşîn berdewam bike.

Duh êvarê şandeya PYDê ku ji hevserokê PYDê Xerîb Hiso, Endamên Desteya Hevserokatiya PDYê Salih Muslim û Foza Yusif pêk dihat, li salona Tewar a Silêmaniyê ji bo nirxandina rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li gel xelkê Rojava û Başûrê Kurdistanê pêkanî.

Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Endama Desteya Hevserokatiya PYDê Foza Yusif axivî û got: “Em li vê derê ne daku rewşa heyî ji were aşkere bikîn. Rewşa li rojavayê Kurdistanê bi rewşa ku li cîhanê ji aliyê hêzên hegemon birêve dibin ve girêdaye. Rojhilata Navîn dilê cîhanê ye û Kurdistan jî dilê Rojhilata Navîne, ji bona wê guhertin bandorek zêde li ser her çar beşên Kurdistanê dike. Herwiha şerê Hemas û Îsraîlê guhertinên mezin bixwere çêkir û bandorê li ser Sûriyeyê jî heye.”

Di dewamê de Foza Yusif da diyarkirin ku tişta zelal ewe ku li Sûriyeyê pirsgirêk bi rêya şer çareser nabe û wiha dom kir: “Me vê yekê ji rejîma berî niha re jî got, lê nehatin bi aştiyê çareser bikîn. Ji berku pişta wan hertim bi derve ve girêdayîbû. Ev jî wê rastiyê nîşan dide, dema tu pişta xwe bi gelê xwe girênedî, tuyê têk biçî. Em piştrastin ku bûyerên rû didin divê bi lihevkirinê bên çareserkirin. Berxwedana ku li Rojava dibin pêşengtiya HSDê û YPJê de pêşket, rê li ber tunebûna rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt û em ketine di qonaxekî nû ya danûstandinan de. Em bi hêz û rêxistina xwe ya ku bi ked û têkoşîna şehîdan çêbûye bawerin. Emê li ser prensîbên xwe berdewam bin heta hikûmeta nû ya Sûriye nikaribe mafên kurdan binpê bike. Me rê nedaye tişta ku bi serê elewî û durziyan hat, bi serê kurdan were.”

Piştre di civînê de Endamê Hevserokatiya PYDê Salih Musilm jî axivî û got: “Her çiqas ji aliyê Tirkiye û hin welatên din ve destwerdan û êrîş çêdibin daku aramî li Sûriyeyê çênebe û mafên kurdan neyên bidestxistin, lê em bi gel û hêza xwe bawerin û serkeftine mîsoger dikîn. Em ê planên dijminan têk bibin. Şerê derûnî yê ku bi rêya çapemeniyê tê birêvebirin şerê taybet e û pêwîste rastî winda nebin û gel şiyar be daku nekevin di jêr bandora planên dijmin de.”

Di dewamê de Salih Muslim destnîşankir ku niha rojavayê Kurdistanê ji ber şoreş û berxwedana dîrokî ya ku li dijî dagirkeriyê hat kirin, xwedî hêz, statû û aramiye. Muslim got: “Di aliyê siyasî, dîplomasî, leşkerî û civakî de ji bo parastina mafên xwe amadeye.”

Civîn bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî hat.