Li navenda Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Silêmaniyê hevserokê giştî yê PYDê Xerîb Heso û hevseroka Peywendiyên Dîplomatîk Sema Bektaş li gel serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Bazyan civiyan.
Armanca serdana şandeya Partiya Kesk a Kurdistanê ji bo nûnertiya PYDê ji bo nîqaşkirina rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Her du aliyan di hevdîtinê de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan kirin û ragihandin ku di vê qonaxê de hebûna yekrêziya gelê kurd giringe.
Her wiha di civînê de qala giringiya piştevaniya aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Hêjayî gotinêye ku biryar e çend alî û rêxistinên siyasî yên Başûr serdana nûnertiya PYDê ya li Silêmaniyê bikin û têkildarî hinek mijaran guftugoyan bikin.