Hevserokên Têkiliyên bi Gel re ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hassan Mohammed Alî di çarçoveya Konferansa 2025 a Partiay Karker de beşdarî civînekê bû. Di rûniştina bi sernavê “Sekna li gel kurdan: Pêşvebirina Edaletê, Xurtkirina Xweseriyê, Avakirina Sûriyeyeke Nû” de têkoşîna ji bo mafên kurdan, lêgerîna li demokrasî û xweseriyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştevaniya tevgera karker a Ingilistanê ya bi herêmê re hate nîqaşkirin.
Di rûniştinê de ku parlamenter Peter Lamb serokatî jê re kir, Simon Dubbins, parlamenter Bambos Charalambous, Mo Bakhtiar û Hassan Mohammed Alî weke qiseker beşdar bûn.
Nûnerê MSDê piştre beşdarî civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Rojava ya li Liverpoolê bû. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, delegeyên MSDê bûyerên rojane yên li Rojava bi gel re parve kirin. Hassan Mohammed Alî di civîna gel de anî ziman ku piştî berdêlên giran ên têkoşînê ew bi biryar in ku di rêya siyasetê de bi pêş ve biçin. Di civînê de beşdaran mijarên ku meraq dikirin ji delegeyên MSDê pirsîn; delegeyan jî bersiv dan.