Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin, piştî hevdîtinê vegeriyan.
Di şandeya komîsyonê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û ji AKP’ê Huseyîn Yaman cih digirin.
Li bendê ye ku şande daxuyaniyê bide.
