Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Rêxistina Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di 30’ê Çileyê de li Parlamentoya Ewropayê (PE) Konferansa Jinên Êzidî hat lidarxistin. Piştî konferansê şandeya ku ji Hêza Şengalî, Suham Şengalî Parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Uca, Berdevka SMJÊ Nûjiyan Gunay û Hevseroka NAV- YEK’ê Çîçek Yildiz pêk dihat li Parlamentoya Ewropayê hevdîtin pêk anîn.
Şandeya jinên Êzidî li PE’yê bi Hevserokê Koma Çep li Meclîsê re Martin Schirdewan, parlamentera Partiya Çep Ozlem Demîrel û parlamentera EFA’yê Ana Mîranda re hevdîtin pêk anîn.
Şandeyê li ser rewşa Şengalê û der barê 15 xalên konferansê de agahî dan. Feleknas Uca, Nûjiyan Gunay û Çîçek Yildiz jî li ser mijarên civaka Êzidiyên li Elmanyayê û bi giştî li ser rewşa koçberên Şengalê rawestiyan.