3 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan û hemû girtiyên siyasî bêşert bên berdan

Şandeya di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanî dan û gotin: “Ji bo pêvajoya demokratîkbûnê bigihîje potansiyela xwe divê Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî bêşert bên berdan.”

Ji welatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” duh hatin Stenbolê. Şandeya ku ji rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnasan pêk dihat, li hotêleke Taksîmê civîna “Maseya Gilover” li dar xist. Li eywana civînê pankarta “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” hate daliqandin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de gelek kes tev li civînê bûn.

Daxuyaniya hevpar a şandeyê wiha ye: Em piştgirî didin kurdên ku mafên wan bi awayeke sîstematîk tên binpêkirin û li dervayê pêvajoya li Tirkiyeyê tên hiştin.

Em bang li rayedarên tirk dikin ku ji bo diyalogek erênî û aştiyê têkilî bi hemû aliyên kurdan re deynin.

Tüm ilerici hareketlere, partilere ve Türkiye’deki halklara, bu sürecin başarısı için birlikte çalışma çağrımızı yineliyoruz. Tenê bi piştgiriyeke bi vî rengê guherîneke domdar dikare pêk bê û rêya Tirkiyeyekî demokratîk vebibe.

Divê di vê pêvajoyê de Tirkiye berpirsiyariya parastina mafên hemû welatiyên di nav sînorên xwe de dijî li gor pîvanên navneteweyî pêk bîne.

Di roja me ya ku dijminatî û êrîşkariya navneteweyî zêde dibe de, derfeta çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya diyalog û muzakereyê hê pêkan e. Ev ji bo civakek demokratîk du xalên bingehîn in.

Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn di nav alavên agir de ye û gelek welatên ku ketine pişbirka çekdarbûnê de Birêz Ocalan yek ji dengê herî bi hêz ê ku aştî û bêçekbûnê diparêze ye.

Birêz Ocalan ji bo bidawîkirina şerê ku ev ji 40 salan zêdetire didome bi rêya aştî û demokrasiyê pêk were bang kir.

Em pêşniyara Birêz Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk û pêşniyarên wî yên ji bo Rojhilata Navîn tenê ji bo Tirkiyeyê na ji bo hemû herêmê wek model dibînin.

Ji bo pêvajoya demokratîkbûnê bigihîje potansiyela xwe divê Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî bêşert bên berdan. Berdewamiya girtina wan xemên cidî dide avakirin. Di dema girtinê de esasgirtina mafên mirovan esasî ye. Bi taybet pêvajoya girtina Birêz Ocalan a ku ev 26 sal in di bin tecrîdê de li Girava Îmraliyê didome û bêparbûna wî ya ji mafên wî yên bingehîn binpêkirina standartên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî ye.

Em wek aktivîst, akademisyen, siyasetmedar û pisporên mafên mirovan ên navneteweyî bang li Tirkiyeyê dikin ku erkên xwe li gor mafên mirovan ên navneteweyî û pîvanên hiqûqa mirovahiyê pêk bîne. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li gor pîvanên edalet, demokrasî û aştiyê tevbigere.

Em ê çavdêriya kiryarên hikûmetê bikin û hêvî dikin ku Tirkiye dê bikeve nav veguherînek rastîn a ber bi civakek demokratîk û berfireh.”