Duh şandeyek bilind a fermî ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya serokê Dezgeha Îstîxbarata Iraqê Hemîd Şetirî gihişte paytexta Sûriye Şamê. Şande ji berpirsên Fermandariya Hêzên Sînor a Wezareta Karên Hundir, Wezaretên Neft û Bazirganiyê pêk dihat.
Şandeya Iraqê ya bi serokatiya Serokê Dezgeha Îstîxbarata Iraqê Hemîd Şetirî, li gel Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û rêveberiya berpirsiyarê mezargehên pîroz ên Sûriyeyê re civiya.
Medya Iraqê têkildarî naveroka guftugoyan ragihand ku di civînê de her du aliyan li ser berfirehkirina derfetên bazirganiyê, egera nujenkirina boriya neftê ya Iraqê ji bo veguhestina neftê bi ser axa Sûriyeyê ber bi benderên Derya Spî ve, hatin nîqaşkirin. Herwiha Ehmed Şera amadebûna xwe ji bo di warên cuda de hevkariya bi Iraqê re nîşan da.
Şandeya Iraqê piştgirî û pabendbûna Iraqê ya bi yekîtî û serweriya Sûriyeyê, girîngiya aramiya Sûriyeyê ji bo ewlehiya neteweyî ya Iraqê û ewlehiya herêmî anî ziman.
Li gorî heman agahiyan, şandeya Iraqê bi rêveberiya berpirsiyarê mezargehên pîroz ên Sûriyeyê re civiya û piştgiriya Iraqê ji bo gelê Sûriyeyê yê ji hemû ol û civakan re ragihand.