Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya.
Hevdîtin, li Meclisê hat kirin û Devlet Bahçelî şande li ber derî pêşwazî kir. Piştî wêne û dîmenê dan çapemeniyê, civîn li odeya Bahçelî ya Meclisê ji çapemeniyê re girtî domiya.
