24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Îmraliyê der barê hevdîtinê de daxuyanî da

Şandeya DEM Partiyê der barê hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re daxuyanî da.

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji PervÎn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê duh li Girava îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn.

Şandeyê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya şandeyê bi vî rengê ye: “Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê me di 22yê çileya 2025an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, Birêz Ocalan sersaxî li malbatên wan welatiyan kir ku ji ber şewata êşdar a Bolûyê jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.

Lijneya me der barê hevdîtinên me de ku em bi rê ve dibin agahiyên pêwîst dan Birêz Ocalan.

Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên der barê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.

Em weke lijne em ê xebat û têkiliyên xwe bidomînin û her ku geşedan pêk bên em ê raya giştî agahdar bikin.

Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya ku ev armanc pêk were, em ji hemû beşên civakî tevkariyên wan ên hêja hêvî dikin.”