Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28ê kanûna 2024 û 22yê Çileya 2025an de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne. Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne çû başûrê Kurdistanê. Di şandeyê de endamên şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sakik, hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.
Şande li Deriyê Sînor ya Xabûrê li mêvanxaneya protokolê hatin pêşwazîkirin. Şandeyê piştre berê xwe da Hewlêrê.
Şande dê sibê bi serokê PDKê Mesûd Barzanî, serokê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinan pêk bîne. Di hevdîtinê de dê têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê agahî bên parvekirin, têkildarî pêvajoyê fikir û pêşniyar bên wergirtin. Herwiha tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn.
Şande dê piştre berê xwe bide Silêmaniyê bi serokê YNKê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û rayedarên YNKê re hevdîtinan pêk bîne.