12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Hemasê ji bo agirbestê diçe Qahîreyê

Şandeyeke Tevgera Hemas dê îro bigihêje Qahîreyê ji bo gotûbêjkirina pêşniyara agirbesta  li Xezayê ya bi navbênkariya Misir û Qeterê

Li gorî malpera Axios, di heman demê de ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew ji Encûmena Ewlekariyê ya NY’yê dixwaze ku piştgiriya pêşniyara ku ji aliyê Serok Joe Biden ve hatibû ragihandin, ku tê de biryara agirbestê û serbestkirina rehîneyan heye, bike.

Malperê ji zarê karbidestên Îsraîlî ragihand ku di wê baweriyê de ne ku Hamas wê pêşnûmeyê bi yekcarî red neke, lê dê daxwaza guhertinan bike.

Der barê hebûna nûnerên Îsraîlê di danûstandinên Qahîreyê de, jêderan ji kanala Kan a Îsraîlî re teqez kirin, ku Encûmena Şer biryar da ku heta îşaretên erênî ji navbeynkaran neyên wergirtin, dê şandeya Israîlê neçe Qahîreyê.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şukrî got ku daxuyaniyên destpêkê yên tevgera Hemasê nîşan didin ku wê bi erênî nêzî pêşniyara niha ya danûstandinê bibin û rawestandina şerê li Xezayê li hêviya bersiva Îsraîlê dimîne.