Şandeyeke ku ji endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat, têkildarî îşkenceya li girtîgehan, li Agirî û Îdirê serdana girtîgehan û baroyan kir. Şande ewilî çû serdana Baroya Îdirê. Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Habîp Eksîk, Abdullah Koç, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz û Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê parêzer Cahît Ertan û Sertaç Çelîkkalelî pêk dihat, ji hêla Serokê Baroya Îdirê Serkan Alakan ve hate pêşwazîkirin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Piştî civînê jî şande çû serdana Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku di rojên dawî de bi cenazeyên ji girtîgehê derdikevin di rojevê de ye.
Şandeyê li Agiriyê jî serdana baro û girtîgehê kir
Şandeyê piştî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir, derbasî Agiriyê bû. Li Agiriyê jî şande çû serdana baroya bajêr. Şande ji hêla Serokê Baroya Agiriyê Mehmet Salih Aydin û endamên lijneya rêveber ve hate pêşwazîkirin. Civîna li vir jî ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Hat zanîn ku di civînê de beşdaran bal kişandin ser binpêkirin û mirinên biguman ên demên dawî de.
Şande piştî hevdîtina Baroya Agiriyê çû serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku demeke girtiyan li dijî zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Tê payîn ku şande sibe li Wanê jî hevdîtinan bike û piştre derheqê serdanên xwe de daxuyaniyekê parve bike.