14 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

Şandeya ji bo beşdarbûna merasîma daxuyaniya komek gerîla ji Amedê ber bi Silêmaniyê ve bi rê ketibûn derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Şande ji aliyê Waliyê Duhokê û endamên parlamentoyê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya ku li ser banga Rêber Apo ji bo merasîma dsxuyaniya komek gerîla ber bi başûrê Kurdistanê ve bi rê ket ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Başûr bû.

Şandeya ku ji hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEMPartî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir pêk dihat, ji aliyê Waliyê Duhokê û parlamenteran ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê li Duhokê daxuyanî da. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de got, “Banga ku duh hat kirin û merasîma ku sibê were lidarxistin, barek dayîne ser milê gelên Tirkiyeyê. Ji niha û pê ve barê pêkanîna aştiyê li ser milê gelê Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê ye. Em di serketina wê de bi bawer in. Îro, gelên cîhanê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Bi vê berpirsiyariyê, ev pêvajoya ku sedsal e didome, daxwaza ji 7 heta 70 salî ye û wê bi aştiyê tacîdar bibe. Weke şandeyê em ê sibê ber bi Hewlerê ve bi rê bikevin û şahidiya kêliyeke dîrokî bikin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab jî diyar kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgirî dide pêvajoya aştiyê û got, “Ji ber vê yekê em pir kêfxweş in. Em ji bo vê aştiyê spasiya Birêz Ocalan dikin. Em kêfxweş in ku gava yekem a ber bi aştiyê ve li herêma Kurdistanê hatiye avêtin. Ji bo aştiyê çi pêwîst be em jê re amade ne. Aştî ji bo hemû mirovan pêwîst e. Merasîma sibê dîrokî ye. Em hêvî dikin ku ew ê serketî be.”

Piştî axaftinan, şande ber bi Hewlêrê ve bi rê ket.