11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya DEMê bi Partiya Saadetê re hevdîtin pêk anî

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk bi koma Partiya Saadetê re hevdîtin kirin

Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû navenda Partiya Saadetê. Şande, ji hêla serokê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û serokwekîlê Koma Meclisê Bulent Kaya û parlamenter Mesût Dogan ve hat pêşwazîkirin.

Di dawiya hevdîtinê de li ser navê şandeyê Sirri Sûreyya Onder spasiya Partiya Saadetê kir û wiha got: “Di encama pêvajoyê de em ê daxuyanî bidin. Em hêvî dikin ku tu tiştek ji xweşk û biratiya vî welatê wêdetir tuneye. Em ê vê wekheviyê bi hevkarî pêk bînin. Di astiyê de kes winda nake.”

Serokê Partiya Saadetê Mahmût Arikan got ew ji aliyê şandeyê ve di mijara pêvajoyê de hatine agahdarkirin û got: “Di demeke nêz de ji bo pêvajoyê em ê hewl bidin piştgirî bidin wan.”