Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandeya ji endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) û hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêk dihat, hevdîtinên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê temam kirin.
Hat destnîşankirin ku şandeyê îro di danê sibehê de bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir û wiha hat gotin: “Hevdîtina li avahiya serokwezîrtiyê hat lidarxistin, 45 deqeyan domiya. Şandeya Îmraliyê, têkildarî hevdîtina bi birêz Ocalan re hatiye kirin agahî parve kir û li nêrîn, pêşniyar û fikrên Barzanî yên têkildarî pêvajoyê guhdarî kir. Şandeyê, hevdîtinên xwe temam kir û dê îro vegere.”