31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya DEM Partî û DBPê serdana waliyê Silêmaniyê kir

Şandeya DEM Partî û DBPê ku ji 6 kesan pêk tê, li Silêmaniyê bi serdana waliyê Silêmaniyê kir. Di serdanê de behsa pêvajoya nû ya siyasî, rola aliyên siyasî yên başûrê Kurdistan ya di pêvajoyê de hat kirin.

Di 24ê Adarê de şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ku ji 6 kesan pêktê serdana başûrê Kurdistanê kir.

Di nava şandeya DEM Partî û DBPê de ku serdana başûrê Kurdistanê kiriye, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclisa Tirkiyeyê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin.

Şande îro serdana waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir kir û ji aliyê walîve hate pêşwazîkirin. Li gorî agahiyan di serdanê behsa pêvajoya çareseriya ya li Tirkiyeyê hatî destpêkirin, rola aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya ji bo aştiyê hate kirin.

Hêjayî gotinê ye Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28ê kanûna 2024 û 22yê çileya 2025an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, serdanên xwe domandin.

Divê çarçoveyê de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNKê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne, di 15ê Sibatê (2025) de serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di nava 3 rojan de bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê YNKê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî û Endamê Dîwana Serokatiyê ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin pêk anîbû û silav û peyamên Rêber Apo yên têkildarî pêvajoya nû ragihandibûn.