30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya DEM Partî û DBPê li Rojava ye

Şandeya DEM Partî û DBPê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir. Şandeyê diyar kir bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin e

Şandeya ku ji hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê Lijneya Rêveber a DEM Partiyê Serhat Eren, parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, duh derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Endamên şandeyê îro li bajarê Qamişloyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji aliyê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û endamên daîreyê Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin û hevdîtin pêk hat.

Di hevdîtinê de Keskîn Bayindir li ser navê şandeyê axivî. Bayindir diyar kir ku ew bi serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêfxweş in û got: “Em silavên gelê xwe pêşkêşî we dikin.”

Bayindir bal kişand ser girîngiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku dê sibe li Qamişloyê were lidarxistin û da zanîn ku konferans dê bûyereke dîrokî be û ew ê kêfxweş bibin ku beşdar bibin. Her wiha hêvî kir ku konferans bibe bingeha yekitiya neteweyî ya Kurdistanê.

Bayindir destnîşan kir ku şandeya wan ji nêz ve bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin dişopîne û pesnê xebata dîplomatîk a Rêveberiya Xweser da. Bayindir anî ziman ku gelê Kurd eleqeyeke mezin dide bûyerên li Rojava rû didin û bi Rêveberiya Xweser bawer e. Her wiha got ku gelê Kurd û kurdistanî geşedanan gav bi gav dişopîne û ev jî hêviyeke mezin dide wan.

Keskîn Bayindir bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku bandora vê bangê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin e.

Îlham Ehmed jî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û got ku Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gel amade ye her tiştî pêşkêş bike.