Di şewata ku di 21ê çileyê de li Otela Grand Kartal a li Kartalkaya ya Bolûyê derket de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di rapora ewil a nirxandina xisarên otêlê de hat tespîtkirin ku avahî xisareke mezin dîtiye û hatiye mohrkirin.
Parêzer Naîm Ekîncîoglû ku di komîsyona Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) de cihê şewatê lêkolîn kir, piştî lêkolînan nirxandin kir û got ew çûne nexweşxaneya ku birîndar lê ne, lê tenê 2 birîndar li nexweşxaneyê mane û ji van birîndaran yek jê jî jiyana xwe ji dest daye. Herwiha Naîm Ekîncîoglû da zanîn ku piştre çûne edliyeyê û der barê qonaxa lêpirsînê lê belê li edliyeyê nekarîn dozgeran bibînin û dozger li cihê bûyerê jî nedîtine.
Naîm Ekîncîoglû bal kişand ser wê yekê ku otêla ku hat tespîtkirin xesareke mezin lê heye, dibe ku ji nişkave bê hilweşandin û wiha got: “Ji bo otêl neyê xerakirin em ê serlêdana sûc bikin. Heta niha ne diyar e ku şewat ji ku derketiye. Dibe ku hewldan û xwestekeke wisa lez û bez hebe. Dibe ku bi hinceta zirarê didin jîngehê dixwazin avahiyê hilweşînin. Lê li gorî lêkolînên me avahî li ser pêyan bûye û zirar nedaye jîngehê. Ger otêl were hilweşandin, em nikarin bigihîjin sedeman. Sedema şewatê, îhtîmala gihandina belgeyên li beşa neşewitî ya otêlê û îhtîmala diyarkirina çawaniya mezinbûna agir dê ji holê rabin.”
Naîm Ekîncîoglû diyar kir ku ew ê wekî ÇHDê hewl bidin mudaxeleyî bûyerê bikin û bûyerê bişopînin û got: “Li ber çavan komkujî heye. Li herêmê gelek otêl hene. Sedema şewatê çi dibe bila bibe, Hawîrdor û Bajarvanî û Şaredariya Bolûyê berpirsyar in. Hemû jî sûcê xwe dixin stûyê hev, lê hesta berpirsyariya kolektîf heye. Li gorî qanûnê berpirsê sereke Wezareta Çand û Tûrîzmê xuya dike. Bi taybetî bi guhertina qanûna di sala 2012an de cihên bi vî rengî ji bin kontrola şaredariyan derxistin.”