19 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Bakur û Rojava çû serdana waliya Helebceyê

Şandeyek jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê serdana Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih kirin û erka walitiyê li Nuxşe Nasih pîroz kirin.

Şandeyek ji jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku ji Hevseroka Şaredariya navçeya Peyas ya Amedê, Hevseroka Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Omer, endamên TEJA’yê Hacer Ozdemîr, Zekiye Îlbasan û Fatoş Yildiz her wiha endamên Nûnertiya HDP’ê ya Silêmaniyê Fewziye Şîran û Muslim Kaplan pêk dihat, serdana Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih kirin.

Di serdanê de pîrozbahî li Nuxşe Nasih hat kirin ku wek yekem waliya jin a bi wekalet ya Helebceyê ye. Her wiha ji ber parêzgehbûna Helebceyê jî pîrozbahî li xelkê Helebceyê hat kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan derbarê pêşxistin û zêdekirina hemahengî, hevkarî û peywendiyan de axivîn.