12 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Aştiyê hat dersînorkirn

Şandeya Aştiyê ya ku dixwest li dijî şerê artêşa tirk derkeve û ji bo banga aştî û diyalogê duh çûbû Hewlêrê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatibû astengkirin. Şandeya ji kesên wek siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîran pêkdihat û li dijî astengkirinê dest bi çalakiya grêva birçîbûnê kiribûn.

Li gor agahiyên hatine parvekirin şande di saetên şevê de bi lez û bez hatin dersînorkirin. Şandeya ku qebûl nekir bi ser Qetarê re wan bişînin Almanyayê, bi ser Misrê re şandin Ewropayê. Hejmara siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanan nehat zelalkirin.

Tê payîn ku şande wê bi saeta Ewropayê saet di 15.00’an de bigihîje Balafirgeha Frankfûrt a Almanyayê û li wir daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê