Şanda DEM Partî û DBPê piştî serdan û hevdîdinên li başûrê Kurdistanê serdanên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, endamê MYK a Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementera DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, li bajarê Reqayê serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Swêd û Hisên Osman û cîgirên hevserokatiyê ve hatin pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de, endamên şandê kêfxweşiya xwe derbarê serkeftina “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” anîn ziman û diyar kirin ku Rêveberiya Xweser li herêmê destkeftiyan bi dest dixe, bi taybetî di warê rêvebirinê û ewlehiya civakê de.
Her du aliyan her wiha li ser mekanîzma xurtkirina hemahengiya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de, di çarçoveya felsefeya “Banga Aştiyê” ya Rêber Abdullah Ocalan de, gotûbêj kirin. Ku ev bang giraniyê dide ser geşkirina pirdengiya civakî û avakirina Rojhilata Navîn a azad.
Her wiha her du aliyan li hev kirin ku hevdîtinên xwe berdewam bikin û hêzên siyasî û civakî jî tevlî hevdîtinan bikin, da ku derbarê aramiya herêmê de bighêjin nêrîneke hevbeş.
Biryar e şande serdana Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Navenda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kantona Reqayê bike.