12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Piştî hevditina li Îmraliyê qut bû şer giran bû

Rêxistina OHD, TOHAV û ÎHD’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û balê bikişînin ser çareserî û aştiyê, li Stenbolê konferansa bi navê “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê, Mafê Aştiyê” li dar xist. Hevserokê HDK’ê Cengiz Çîçek, Nûnerên KCD, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, Hevseroka OHD’ê Îlknur Alacan, Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, nûnerên DÎP’ê, Endam û rêveberên TÎHV’ê, hiqûqnas, rojnameger û gelek kesên din tev li konferansê bûn.

Di konferansê de Hevserokê Giştî yê PDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku zêdeyî 100 salin pirsgirêka kurd heye û ji ber vê pirsgirêkê 40 salin şer heye. Sancar, anî ziman ku pirsgirêka şer û pirsgirêka kurd ketine nava hev û wiha got: “Heta ku em bi hevre nêzî vê pirsgirêkê nebin, çareseriya pirsgirêka kurd jî ne pêkan e. Ev pirsgirêk li gelek aliyên cîhanê heye. Gelek aliyê vê pirsgirêkê hene. Nêzîkatiya pir alî, encamên pir alî ava dike.  Dema em li Tirkiyeyê li aliyê vê nêzîkatiyê binerin, em dibînin ku demek dirêj polîtîkaya înkarê li ser kurdan hatiye meşandin. Dema aşkere înkara kurdan dikin û ev yek bi encam nabe, vê carê înkara pirsgirêkê dixin meriyetê. Dema polîtîkayên înkara pirsgirêkê bi xwe re çareseriyê nîne, vê carê çareseriyê red  dikin.”

‘Bi rêbazên şer zerarek mezin dan civakê û aboriyê

Sancar, bal kişand ser mînakênk cîhanê yên rêbazên çareseriyê û wiha got: “Dema em li mînakên cîhanê yên nijadî dinerin, em dibînin ku bi diyalog, muzakere û rêyên aştiyê çareser kirine. Em dibînin vê rêbazê encamên girîng bi dest xistine. Di serdema şerê sar de jî em dibînin bi rêya muzakereyan pirsgirêk çareser kirine. Ji sedî 60 bi rêbaza aştî û muzakereyan pirsgirêk çareser kirine. Li cîhanê di 25 salên dawî de çareseriya bi diyalog, muzakere û siyasetê bêtir zêde bûye. Ji bo pirsgirêk çareser bibe, siyaset, aştî û siyaset esas e.  Hin welatên tersê wê kirin hene. Hêj tersê wê didomînin. Minakê vê yekê û encamên wê hene. Ez ê tenê li ser mînakekê rawestim. Rêbaza li dijî polîtîka û siyasetê, polîtîkaya leşkerî û tundiyê ye. Ev siyaset bêtir serî li rêbazên îmha û tasfiyeyê didin. Yên bi rêbazên leşkeriyê û şer li çareseriyê digerin, rêyeya wan pir kêm e. Ji bo civakan jî bi wêraniyê bi encam bûye.  Mînaka vê yekê Srîlanka ye. Srîlanka bi feraseta ewlehî û leşkeriyê nêzîk bû. Polîtîkayên înkar û îmhayê bêrahm û wîcdan pêk tînin.  Di 2009’an de bi rebaza leşkerî bi deh hezaran mirov qetil kirin. Dema em li encamê vê çareseriyê dinerin, em dibînin ku di aliyê civakî, siyasî û aborî de zerarên pir mezin dane civakê. Ev rêbaza çareseriyê kemîn e. Dema em li encamê dinerin, Srîlanka di aliyê civakî û aborî de têk çûye. Di bingeha vê rêbazê de înkara pirsgirêkê heye. Piştî me ev mînak û rêbaz bibîr xistin em berê xwe bidin rewşa Tirkiyeyê.”

‘Hevdîtinên li Îmraliyê ji bo me tecrûbeyên girîng in’

Sancar, li ser pêvajoyên hevdîtinên li Îmraliyê jî rawestiya û wiha got: “Li Tirkiyeyê jî demek dirêje înkara gelê kurd heye. Dîsa redkirina çareseriyê her tim di rojevê de diyarker e. Li Tirkiyeyê jî aqilê dewletê li gel ku enama vê rêbazê dizane, di vê rêbazê de israr kiriye. Di demek nêzîk de 2 pêvajo hene. Yek pêvajoya 2009-2011’an, ya din jî pêvajoya 2013-2015 pêvajoya çareseriyê ye. Ev tecrûbeyên girîng in. Di civakê û siyasetê de hafizeyek hiştiye. Herdu pêvajo jî bi serkeftî bi encam nebûn. Pirsgirêk çareser nekirin. Li gorî lêkolînan di nava civakê de tevî hemû hoyte hoyta şer jî dîsa ji sedî 40-45 alîgirên çareseriya diyalog, muzakere û aştiyê ne. Tişta ku em bikin ewe ku em van daxwazan bêtir zêde û belav bikin. Divê bi dengekî bilintir bên ziman.

Meseleya esasî ewek ku divê pir alî nêzîkî meseleyê bibin. Di van pêvajoyên ku navenda wê Îmralî ye, pratîka muzakereyan di hafizaya civakî û siyasî de, fikra ku çareseriya wê pêkan e ava dike. Di pêvajoya 2009-2011 de rola sereke Birêz Ocalan bû. Dema em li serdema 2009-2011 û serdema 2013-2015’an ku li îmraliyê hevdîtin dihat dikirin dinerin, em dibînin ku hevîya çareseriya pirsgireka kurd a bi rêbaza demokrasiyê zêde bûye. Şer sekiniye ango hatiye asta rawestanê. Niqaşên demokratîk ên civakî û siyasî pêş ketiye. Dîsa êdî kuştin rawestiya ye.”

‘Piştî hevdîtinên li Îmraliyê qut bû tecrîd giran bû û şer belav bû’

Sancar, li ser encamên qutkirina hevdîtinê jî rawestiya û ev agahî dan: “Her ku polîtîtîkayên tundî û neçareseriyê zêde bûne, tecrîd giran bûye. Dema lêgerîna çareseriyê pêş dikevin jî em dibînin ku li Îmraliyê muzakere jî tên kirin. Pirsa ‘Pêvajoya çareseriyê kengî bi dawî bû?’ bê pirsîn. Bersîva wê 5’ê Nîsana 2015’an e. Di 5’ê nîsana 2015’an de heyeta HDP’ê cara dawî çû li Îmraliyê hevdîtin kir. Piştî hevdîtin qediya em dibînin şerekî pir giran dîsa dest pê kiriye. Polîtîkayên leşkerî yên înkar, îmha û tundiyê zêde bûne. Di şertên herî giran de jî tu sedemên ku em dest ji lêgerîna çareseriya demokratîk berdin tune ye. Îro rewşa ku axaftina çareseriya demokratîk û aştiyane jî zor bûye. Di rewşa wisa de tişta bê kirin divê bi dengekî bilind demokrasî bê parastin û em li demokrasiyê xwedî derkevin.”

‘Rêbazên tundî û leşkerî hîmê civakê parçe dikin’

Sancar herî dawî li ser rêbazên leşkerî û diyalogê jî rawestiya û wiha got: “Divê her  tim em rêbaza muzakere û diyalogê derxin pêş. Lê mixabin em dibînin ku hêzek alîgirê çareseriyê derneketiye pêş. Divê em vê daxwazê bidin xuyakirin û bikin malê civakê. Divê em hevre li bersîva çima me çareseriya aştiyê nekeriye malê civakê.  Di 40 salên dawî rêbazên ku derdikevin pêşberî me wekî nû ne derdixin pêşberî me. Operasyonên dersîmor, tasfiyeya siyaseta demokratîk û dûrxistina civakê  mînaka vê yekê ne. Rêbazên leşkerî otorîteriyê pêş dixin. Cewherê civakê perçe dike. Parçe dikin û berberiyê pêş dixin. Çavkaniyên civakê pêşkêşî çekan û sermayedaran dikin. Ev rêbaz bi xwe re têkçûna aboriyê û xizaniyê pêş dixe. Li gel ku em hemû vê yekê dijîn jî dîsa dubare dibe. Divê em vê yekê rawestînin.

Divê em li gel vê rewşê û şerê taybet di çareseriya demokratîk de israr bikin û em daxwaza çareseriya aştiyê dubare bikin.  Ku ne wisa be birînên berê nayên ceribarindin. Divê em di çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk de israr bikin.  Dîsa divê di qada aborî de em di aramiya civakî de israr bikin.

Bi polîtîkayên operasyonê armanc dikin ku muxalefeta siyasetê cuda bikin. Rê li pêş siyaseta demokratîk bigirin. Eger em bixwazin vê yekê biguherînin divê em her tim li dijî xwîn, îqtîdar û derewan rawestin. Îqtîdar her tim dixwaze li ser xwîn, îqtîdar û derewan hebûna xwe berdewam bike. Eger em dixwazin vê pergalê biguherînê divê em berî her tiştî helwestek pir zelal a li dijî şer nîşan bidin. Divê em li dijî polîtîkayên xwîn, îqtîdar û derewan di polîtîkayên çareseriya demokratîk û aştiyane de israr bikin. Ku têkoşîn hebe hevî heye. Ku biryar hebe çareserî jî heye . Em bi zanebûn û berpirsiyariya vê yekê tev digerin. Derketina li dijî tecrîdê parastina çareseriya demokratîkê ye. Divê kes dijderketina tecrîdê berovajî neke û tecrîd neke. Derketina li dijî tecrîdê lêgerîna çareseriya demokratîk û edaletê ye. Tecrîd binpêkirina mafan e. Ji ber vê yekê divê li dijî tecrîda giran a Îmraliyê divê hîn zêdetir û berfireh îtîraz bê zêdekirin. Divê ev îtîraza li dijî tecrîdê bibe tevahî. Divê em hem li dijî tecrîdê derkevin û hem tecrîda li ser xwe bişkînin. Hemû pirsgirêk bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne. Çareseriya wan jî bi siyaseta demokratîk ve girêdayî ne.”