31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

SAMER: Di sala 2025an de nîjadperestî zêde bû

Navenda Lêkolînên Sahê (SAMER) ‘Rapora Çapemiyê ya Têkildarî Êrîşên Nîjadperest ên li Hemberî kurdan, elewiyan û koçberan’ a 1ê çile-30ê kanûna 2025an weşand.

Di raporê de herî kêm 112 bûyerên nîjadperest, cihêkar yan jî tune hesibandinê yên ku di çapemeniya neteweyî û herêmî de hatine weşandin, hatin tespîtkirin.

Li gorî raporê, her çendî sala 2025an gotinên ‘aştî’, ‘normalbûn’ û ‘lihevkirina civakî’ car din hatibin rojevê jî, kiryarên cihêkar ên li dijî kurdan, koçberan û elewiyan dom kirin û belav bûn.

Hat diyarkirin ku binpêkirinên li dijî nasnameya kurd û kurdî zêde bûn.

Qursên kurdî hatin girtin, ji ber stran û dirûşmeyên kurdî cezayên hepsê hatin dayîn û binçavkirin çêbûn, weşanên kurdî hatin astengkirin û li qada civakî kurdî rastî cihêkariyê hat, evane hemû di nava van binpêkirinan de bûn. Herwiha taloqkirina berdana girtiyên nexweş û cezayên disiplînê yên ji ber kurdî, di raporê de derketin pêş.

Hat destnîşankirin ku binpêkirinên li dijî mafên koçberan jî pêk hatin. Herwiha hat ragihandin ku binpêkirinên li dijî elewiyan di çarçoveya azadiya bawerî û gotina nefretê de, zêde bûne.

Li gorî raporê sala 2025an li dijî kurdan 89, li dijî koçberan 17 û li dijî elewiyan 6 bûyerên nîjadperest yan jî cihêkar hatin tespîtkirin.

SAMER destnîşan kir ku tespîtên di çapemeniyê de tenê yên hatine dîtin in, dibe ku rewşa rast hîn girantir be.