Cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê 15 û 16ʹê adarê li Moskovayê bicivin. Lê hîn nediyar e ku hikumeta Şamê wê tev lê bibe yan na, ji ber ku li gorî hinek agahiyan Şam li benda wergirtina garantiyan e.
Rojnameya El Wetan a girêdayî hikumeta Şamê jî li ser zimanê çavkaniyan got; “Hîna detayên civînê zelal nebûne. Ji wê zêdetir Sûriye hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ye ku li beramberî beşdarbûna her hevdîtineke siyasî li ser maseyeke diyalgan a bi Tirkiyeyê re divê garantiya vekişina Tirkiye ji xaka wê bi dest bixe.”
Ji civîna çapemeniyê ya hevbeş a di navbera Feysel Miqdad û hempîşeyê wî Îranê Hisên Emîr Ebdulehiyan a şeva îna derbasbûyî de diyar bû ku hikumeta Şamê ji bo tevlêbûna civîna çaralî hîna tu garantiyên têrker bi dest nexistine.
Hikumeta Şamê têkildarî pabendîbûna Tirkiye bi derketina ji tevahî xaka Sûriyeyê û rawestandina desteka xwe bi komên çete re garantiyan ji Rûsya û Îranê dixwaze.
Ji ber vê jî dibe ku civîn were paşxistin yan jî pêk were.