Nivîskar Yezda Havîn di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de nivîsek li ser salvegera rizgarkirina Şengalê nivîsî. Yezda Havîn, anî ziman ku 13’ê mijadê roja tolhilgirtin, serkeftin, serbilindî û roja vejandina gulan e.
Nivîsa Yezda ya bi sernavê “Salvegera rizgarkirina Şengal a rengîn pîroz be” wiha ye:
Di dîrokê de her kêliyên demê awarte kesayetên pêşeng derdixe holê. Pêşengê vê pêvajoya awarte jî di fermandariya Egît Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn de bi hestên tolgirtina jin û zarokên êzidî bi coş û kelecanek fedayî dest bi operasyonê kirin. Heta Şengal rizgar kirin jî hêzên PDK’ê nebûn.
13’yê Mijdara 2017’an roja tolhilgirtinê ye, roja serketin û serbilindiyê ye, roja vejandina gulan e, roja kêfxweşî û şahiyê ye. Ev roj wê bi kampanya ji ‘Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ bigihêje zîhîn û felsefa xwebirêvebirin û parastinê.
Şeva 3’yê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê ji her alî ve êrîşî Şengalê kir. Erdnîgariya Şengalê kirin nava pênc û dorpêçek kûr û mezin. Tenê yek gotin heye; ‘bazdin, birevin’, ya rastî rev û bazdan jî firsendek bû, lê ev firsend jî ji destê wan hatibû girtin. Ji ber vê yekê gelek ji wan bêyî ku bazdin, birevin terka Şengalê bikin ketin destê DAIŞ’ê û Şengal ket. Ne tenê Şengalê ket, gelê tê de dima jî bi qirkirineke dijwar ve rû bi rû ma.
Di dîrokê de, zilm û zordariya zîhniyeta desthilatdariya perda ewrê çarenûsa bajarê Aqadê di tarîtiya şeva 3’yê Tebaxa 2014’an bi ser Şengalê de hat. Gelê me yê Êzidî ku li Şengalê bi berbangê şiyar dibû û bîr û baweriya xwe bi tîrêjên rojê re ronî dikir, di nav lepên DAIŞ’ê de rih dida. Axa pîroz ku bi sedê salan bi xwîna sor û spî ya lehengan dihat parastin di bin lingê qirêj de mabû. Sedema wê jî: gelê me yê Êzidî careke din bi îxaneteke mezin ya bêserobinî rû bi rû ma. Gava ev kêlî tên bîra mirovan axîneke kûr tê kişandin. Sedema vê axînê jî îxanet bû, gelekî xwedî mîrateyek ewqasî dîrokî ya berxwêder û têkoşer ku her li beraberî êrîşên bi vî awayî serîrakiriye, şer kiriye, li ber xwe daye, xwe parastiye, di nava çend saetan de bûye qurban.
PDK weke bêje ne ya min be bila ne ya we jî be
Pêngava rizgarkirina bajarê Şengalê li ser xwestek û daxwaza Rêber Apo di dîroka 11’ê mijdara 2017’an bi alîkariya YPG- YPJ- gerîlayên HPG û bi tevlêbûna ciwanên gelê me yê êzidî yê welatparêz destpê kir. Ji bo rizgarkirina bajarê Şengalê, ji bo bi PDK’ê re hevbeş operasyon bê destpêkirin hewldanek cidî ji aliyê fermandariya YBŞ’ê de hat dayîn. Lê PDK’ê ji ber hebûna tevgera azadiyê înkar dikir, ji nedîtî dihat, qebûl nekir. Em dev ji operasyoneke hevbeş berdin, di nêzîkatî û helwestê wan de ji bo vala derînin her rê û rêbazên kirêt diceribandin. Heval Egît Civyan wiha digot, ‘Gava PDK hat operasyonê, ne ku Şengalê ji DAIŞ’ê rizgar bike, weke ku hewl bide ji me rizgar bike, tevdigeriya’. Ji hevalê Egît Civyan şahidê herî mezin wê demê bû ku bi PDK’ê re di nava danûstendinê de bû. Ev jî dide xuyakirin ku ji mayîna DAIŞ’ê zêdetir ji mayîna îradeya êzidiyan nerihet dibûn. DAIŞ çar salan li Şengalê ma, ji bo Şengal ji DAIŞ’ê bê rizgarkirin kesî hewldaneke herî biçûk raber nekir, heta ku ji aliyê hêzên HPG- YPG û keç û xortên welatparêz ên êzidiyan ve dest bi pêngava rizgarkirina Şengalê bikin, ketin tevgerê. Weke bêje ne ya min be bila ne ya we jî be. Em li beramberî vê nêzîkatiyê heyirî namînin. Hemû daneyê siyasî vê dide nîşandan ku gava zanebûnek neteweyî nebe, malbatperestî , eşîrperestî li ser her tiştî tê girtin. Halbûkî Şengal û êzidî wek ruh û beden sedê salan rehê xwe berdane vê axê. Lewma mafê wan heye ku xwe birêve bibin.
Di vê wateyê de, ji pêvajoya roja fermanê heya rizgarkirina wê bi DAIŞ re şer rojane didomand. Berî operasyonê tam yanzdeh mehan HPG tevlî ciwanê êzidî ji pêncî metre nêzî DAIŞ’ê ketin çeperê. Şerê van çeperan li beramberî hev bûbû lîstoka kî kê têxe xefikê, bênavber didomand. Di van çeperan de gelek destanên lehengî û hunerî dihat nivîsandin. Di vê pêvajoyê de gelek çalakî û şehîd çêbûn. Di vê pêvajoyê de jî hêzên Mesûd Berzanî pêşmerge nîn bûn. DAIŞ di vê pêvajoya têkoşîn û berxwedanê de hêvî û îradeya xwe şikestibû, lawaz bibû. Yanî tovên rizgarkirina Şengalê di vê pêvajoyê de hatibûn reşandin. Şengal li ser vê mîrateya têkoşîn û berxwedana keç û xortên ciwanên êzidî bi ser ketibû.
Barzanî şerê bi DAIŞ’ê re nedida ber çavan
Tevî van nêzîkatiyên PDK’ê jî şeva yanzdrhê mehê operasyon di fermandariya Egît Civyan, Nûjîn û Dilşêr de destpê kir. Operasyon xeteriyek bû, ji ber DAIŞ çar salan Şengalê bû, xwedî hejmarek zêde bû û xwedî teknîkek xurt bû. Pêre pêvajoya di nava çar salan de, gelek çeper û hendek çêkiribûn. Hêzên HPG’ê tevî desteka YPG’ê û keç û xortê êzidî bi giştî du hezar bû. Çek û cebilxana di destê wan de jî hem kêm û hem jî yê navîn bûn. Hêzên PDK’ê 7 hezar û 500 pêşmerge, 200 hammer, 100 BMB û panzêr, 30 tank û tevlî artêşekê hebûn. Di vê demê de, PDK’ê hem di aliyê hejmar de û hem jî di aliyê teknîkê de deh qatî zêdeyî hêzên gerîla, YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ bûn. Lewma tena serê xwe operasyon destpêkirin nehêsan bû. PDK’ê bawer nedikir ku hêzên HPG û YPG’ê bêyî wan dest bi operasyonê bike. Ev operasyon jî ji aliyê Mesûd Berzanî ve dihat birêvebirin. Hedefa Mesûd Berzanî bi vê operasyonê kêm be jî îxaneta li êzidiyan kiribû binixumîne. Lê di aliyekî din jî şerê bi DAIŞ’ê re nedida ber çavan. Ji ber jê re bedelekî giranbûha, fedekariyek bêhempa, fedayiyek dîrokî û lehengiyek destanî ya bi biryardarî û baweriyek xurt lazim bû.
Tenê hêzên HPG- YPG’ê û ciwanên êzidî hebûn
Di dîrokê de her kêliyên demê awarte kesayetên pêşeng derdixe holê. Pêşengê vê pêvajoya awarte jî di fermandariya Egît Civyan, Dilşêr Herekol û Nûjîn de bi hestên tolgirtina jin û zarokên êzidî bi coş û kelecanek fedayî dest bi operasyonê kirin. Heta Şengal rizgar kirin jî hêzên PDK’ê nebûn. Lê piştî rizgarkirina Şengalê Mesûd Berzanî hat çiyayê Şengalê daxuyanî da û got, ‘Li Şengalê tenê hêzên pêşmerge heye, ji bo rizgarkirina Şengalê pêşmergê leheng pîroz dikim. Li vê de ji bilî ala Kurdistanê tu alê din nînin û wê nehejin’. Lê heqîqet berovajî bû, ji bo şerê derûnî û taybet bimeşînin û civakê bixapînin, deh erebê zindî û ragihandina nêzî xwe ajîte û propaganda dikirin. Di rastiyê de, li bajarê Şengalê, tenê hêzên HPG- YPG’ê û ciwanên êzidî hebûn. Lê piştî Şengal tê rizgarkirin jinûve hêzên PDK’ê dikevin Şengalê û di raya giştî de radigihînin ku wan Şengalê rizgar kiriye. Rêber Apo dibêje, ‘fahmkirin heqîqetê’ lê heqîqet ji zû de hatibû fahmkirin ku neyê pişta xwe dane Şengalê yê berê xwe dane Şengalê rizgar kirine. Ji ber şervanê berê xwe dane Şengalê şervanê heqîqetê ne, ne ji bo berjewendiyê xwe bi îddîa û biryardariya tolgirtin û rizgarkirina Şengalê çûbûn. Ji ber ew sondxwariyê tolgirtina gelê me yê Êzidî bûn. Di dil û mejiyê wan de, di xeyalê wan de, tenê rizgarkirin hebû. Ew jî di roja sêzde mijdarê sala 2017’an de Şengal bi temamî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Lê vê carê vegera Şengalê pir cûda bû, vegereke bi fikir û felsefa xwe ji fermana biparêze serwer bû.
Di vê çarçova me di jor de jî anî ziman Şengal bê Êzidî, Êzidî bê Şengal nabe. Ji ber Şengal beden e, Êzidî ruh e, yanî ruh û beden di heman dilî de dijî, di heman baweriyê de yekpare dibe, di heman demsala re dipijkive. Wekî Rêbertî jî bal kişandi ye ser û dibêje; ‘Eger hemû Kurdistan bexçeyekî xweşik be, êzidî gulê vî bexçeyî yê herî xweşik in’. Di vê wateyê de, hedefa vê fermanê hebûna xweşikiya gulê Şengalê ji kok de ji holê rakirin û qirkirin bû. Lê îro gulê Şengal bi fikir û felsefa baweriya êzdiyatî li ser koka xwe şîn dibe.
Roja 13’yê Mijdarê, roja tolgirtinê ye, roja serketinê ye, roja xurûr û serbilindahiyê ye, roja vejandina gulan e, roja kêfxweşî û şahiyê ye. Ev roj wê bi kampanya ji ‘Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ bigihêje zîhîn û felsefa xwe birêvebirin û parastinê. Li ser vî esasî em roja serketina rizgarkirina Şengalê di şexsê fermandar û pêşengê operasyona rizgarkirina Şengalê de Egît Civyan, Dilşêr Herekol, Nûjîn û mêrxasên şehîd bûne pîroz dikin û soz didin ku alê bilind bikin, birêxistinkirin û avakirina pergala rêveberiya xweser li ser çiyayê Şengalê bigihînin lûtkeya herî jor û bihejînin.