9 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin

Bi hezaran welatiyên Kobanê bi boneya 10emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin

Bi boneya 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya bi hezaran kesan li Kobanê pîrozbahî hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî têkildarî berxwedaniya rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser Cîgira Hevseroketiya Cibcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn, Tevgera Pêşverû ya Navdewletî Dîvêt Edêlr, Endama Parlementera ya Firandayê Danîliya Simonî û Rêveberiya Şaredariya Romayê Emedyo Şakrî axivîn.

Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa ku li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê misoger bikin. Axaftvanan anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin.

Di şahiyê de hunermendên ji TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdaran jî li ber stranên wan govend gerandin.