Rewşa Awarte (OHAL) di 20’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, di rewşeke wiha de ku hikûmetê bi polîtîkayên xwe yên tinekirinê di pirsgirêka kurd de şer kûrtir hatibû ragihandin. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de di bin navê “têkoşîna” ya li dijî Cemaeta Gulen ku hewla derbeyê pêk anî hat destpêkirin, karker ji wezîfeyên dewletê hatin dûrxistin, komele hatin mohrkirin, rojname û ajansên muxalîf hatin girtin. Her çiqas Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de 29’ê Cotmeha 2016’an bi Rewşa Awarte hatin girtin jî dîsa dest ji weşangeriyê bernedin.
Ajansa DÎHABER, rojnameya Rojeva Medya û ajansa jinan Rojnameya Şûjin ku piştî girtina weşanên ku berdewama kevneşopiya Çapemeniya Azad bûn, dest bi weşanê kirin. Her sê weşan jî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya bi hejmara 693’an a di 25’ê Tebaxa 2017’an de hat weşandin hatin girtin.
Her çiqas bi ser girtin û mohrkirina saziyên Çapemeniya Azad de derbas bûbûn jî îro jî binçavkirin û girtin li dijî endamên Çapemeniya Azad berdewam dikin û her cure zext li wan tên kirin.
Rojnamevanan diyar kir ku li gel hemû polîtîkayên zext û polîtîkayan jî têkoşîna xwe ya ragihandina heqîqetê û maf berdewam dikin.
‘Paşve gav nehat avêtin’
Rojnamevan Zeynel Bulut ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin û piştî 13 mehan di girtîgehê de hat berdan, diyar kir ku zextên li dijî kurdan û çapemeniya kurd ji dema dewleta Osmanî û vir ve dewam dikin. Bulut bi bîr xist ku di salên 1990’î de dema ku rojnamevanên kurd ên li Tirkiyeyê dest bi ragihandina rastiyan ji raya giştî re kirin rastî zextên giran hatin û got: “Di vê pêvajoyê de rojnameger hatin qetilkirin û avahiyên rojnameyan hatin bombekirin. Lê çapemeniya kurd paşve gav neavêt. Ji berê zêdetir lêkolîn kir û xebatên xwe yên rojnamegeriyê hîn zêdetir kir. Dema em li salên 2000’î dinêrin, hikûmeta AKP’ê jî nêzîkatî û polîtîkaya xwe ya li dijî gelê kurd û çapemeniyê berdewam kir. Bi dehan car rojnameyên çapemeniya kurd girtin.”
‘Weşana kurdî her tim weşan kir’
Bulut anî ziman ku girtina yekane rojnameyê kurdî wek Azadiya Welat, Rojeva Medya ji zextên li ser zimanê zikmakî qut nîne û berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê ne û got: “Xwestin rojnameyê bigrin û zimanê kurdî bêdeng bikin. Ji aliyekê ve bêdengkirina civaka kurd, li aliyê din jî bi girtina rojnameyê armanc kirin ku siyaseta asîmîlasyon û tunekirina gelê kurd bi pêş bixin û bidomînin. Li gel van hemûyan jî çapemeniya kurd her tim ji xwe re qadên alternatîf afirandiye. Azadiya Welat, Rojeva Medya hatin girtin. Lê alternatîf jî hatine afirandin. Weşana bi kurdî berdewam kir. Îro rojnameya Xwebûn ku dengê gel û civaka kurd e, bi kurdî weşanê dike. Em wek şagirtên Çapemeniya Azad tevî hemû zextan û girtinan jî alternatîfiyê biafirînin û têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Em bêalternatîf nîn in’
Rojnamevan Gulşen Koçuk ku wê demê yek ji xebatkara Rojnameya Şûjin bû k udi sala 2017’an de bi KHK’ê hat girtin, diyar kir ku bi girtina ajansên jinan re hewl tê dayîn dengê jinan bê qutkirin. Koçuk diyar kir ku hikûmet nikare bigihîje armanca xwe û got: “Rojnamegerek hat girtin, deh rojnameger cihê wê/wî girtin. Yek sazî hat girtin, li şûna wê deh sazî hatin vekirin. Rojnamegerek hat kuştin, hezar rojnameger cihê wê/î girtin. Dibe ku ew ji her kesî bêtir dizanin ku ev kevneşopî dê tu carî bi dawî nebe. Îcar ger hikûmetê li şûna ku van sazî û rastiyan bike hedef, bi rêya darazê edalet bi cih bianiya, ne hewce bû ku bihata girtin û ne jî îro em behsa wan bikin. Jinan li dijî girtinan her tim alternatîfên xwe li pêş xist û têkoşîna xwe ya ragihandinê bênavber dewam kirin.”