9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike

Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê de wiha got: “Heke pêvajo dest pê bike, ev yek divê bi naskirina statûya gelê Kurd ê li Rojava dest pê bike."

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 18’an de didome. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin cihê nobetê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Na ji şer re” li xwe kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Kamûran Tanhan û Sînan Çîftyurek jî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin” û dovîzên “Bijî Şoreşa Jinê ya Rojava” û “Bijî gelê Rojava” hatin hilgirtin.

Palamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek di daxuyaniyê de got ku heta faîlên Komkujiya Roboskê neyên darizandin tu kes nikare qala demokrasiyê bike. Çîftyurek, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin jî bi bîr anî û got ku ew dengê heqîqetê bûn. Çîftyurek, wiha domand: “Li Rojhilata Navîn niha pêvajoyeke nû dest pê dike. Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn ne azadî dibe ne jî demokrasî. Rejîma Esad çawa hilweşiya be, dê hemû zilimkar hilweşin. Kurd, dewleta unîter naxwazin. Tu gelên Sûriyeyê dewleteke unîter naxwazin. Çareseriya mayinde bi dewleta federe dibe. Lewma divê li Rêveberiya Xweser binêrin. Hemû bawerî û gelên Rojava wekhev in. Heke hûn çareseriyeke mayinde bixwazin, li pergala Rojava binêrin. Heke Tirkiye bixwaze li Rojhilata Navîn dewleteke bihêz be, divê bizane ku bêyî Kurdan nikare bibe. DEM Partiyê li Îmraliyê hevdîtin kir û qala çareseriyê hate kirin. Gelê Kurd, ji bo çareseriyê amade ye.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî ev tişt anî ziman: “Ji bo pêvajoyeke nû dest pê bike divê êrişên ser Rojava bên sekinandin. Ev 18 roj in em li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobetê digirin. Heta ku îradeya gelan neyê naskirin tu dewlet nikarin xwe bigihînin encamekê. Bi sedan sala ye pergala netewe dewletê Rojhilata Navîn veguherand gola xwînê. Lewma li Sûriyeyê li şûna pergala netewe dewletê divê dewleteke demokratîk were avakirin. Heke li Rojhilata Navîn ev sed sal in şer bênavber dom kiribin, sedema vê pergala netewe dewletê ye. Heke pêvajoyek were destpêkirin divê ji ewil statûya gelê Kurd a li Rojava bê naskirin. Sekna jinan a li Rojava ji bo hemû cîhanê mînak e. Mîmarê pergala li Rojava jî birêz Ocalan e. Dê têkoşîna me ya ji bo aştî û azadiyê bidome.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.