27 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Salek û 6 meh ceza dan rojnameger Mahmût Altintaş

Bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye salek û 6 meh û 20 roj cezayê hepse dan nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş.

Nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş ji ber ku nûçeyên xwe li ser medyaya dîjîtal parvekiribû di 27ê Çileya 2024an de li Semsûrê hat binçavkirin û bi hinceta, ‘propagandaya rêxistinê’ kiriyê doz li wî hat vêkirin.

Yekemîn danîşîna nûçegihanê me li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin. Mahmût Altintaş li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Cizîrê bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû.  Parêzerên Altintaş Dîlan Guler û Zelal Demîray jî li Edliyeya Semsûrê amade bûn.

Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di destpêkê de nûçegihanê me Mahmût Altintaş parastina xwe kir û got ku parvekirinên wî di çerçoveya xebatên rojnamegeriyê de hatine kirin û tiştên ku kiriye ne sûc e. Mahmût Altintaş destnîşan kir ku parvekirina nûçeyan li ser medyaya dîjîtal, azadiya remanê ye.

Her wiha li ser hevpeyvîneke Mahmût Altintaş ku di komputira wî ya desteserkirî de hebû jî pirs lekirin û ew hevpeyvîn weke propagandaya rêxistinê nîşan dan. Mahmût Altintaş jî li ser pirsê got ku ji ber ew nûçegihanê dikarê bi her keseke/î re hevpeyv bike.

Piştrê jî parêzera Altintaş Dîlan Guler parastin kir. Parêzer Dîlan Guler jî bi lêv kir ku bingeha hiqûqî ya îdanameya hatiyê amade kirin tuneyê û got ku parvekirinên Mahmût Altintaş ne propagandaya rêxistinê ne, xebatên rojnamegeriyê ne. Herwiha Dîlan Guler diyar kir ku çêkirina nûçeyan, parvekirin û rêxnekirin li gor qanûnên dewletê jî ne suc e û daxwaza beraatê kir.

Parezer Zelal Demîray jî parastin kir. Zelal Demîray bi lêv kir ku li gor zagonên navneteweyî û mekazagona Tirkiyeyê parvekirinên Mahmût Altintaş di çerçoveya azadiya ramanan û rojnamegeriyê de ye û daxwaza beraatê kir.

Piştî parastinan serdozger daxwaza dayina ceza kir. Li ser îtîrazan şandeya dadgehê navber da danişînê.

Piştî navberê şandeya dadgehê salek û 6 meh û 20 rojan ceza li Mahmût Altintaş birî û biryar da ku ceza bê taloq kirin.