12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salek e tu agahî ji Ocalan nayên girtin

Mehmet Alî Ertaş

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin.  Ji 25’ê adara 2021’ê û şûnde bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Di 25’ê adara 2021’ê de Mehmet Ocalan çûbû Dadgeha Rihayê û bi telefonê 4-5 deqîqeyan axivîbû. Ocalan wê demê bi telefonê ji Mehmet Ocalan re wiha gotibû “Ji bo van tiştên tên kirin hem tu hem jî dewlet şaşiyê dike. Sedema vê ev e; Ev saleke bi tu awayî hevdîtin tune. Ev tiştên tên kirin ne di hiqûqa dewletê, ne jî di hiqûqên din de cih digire. Hatina te şaş e û gelek xetere. Dewlet jî pir bi xetere. Ger ku hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de be. Salek şûnde li gorî daxwazên xwe hevdîtinek telefonê nabe. Ev tişta tê kirin şaşe. Dewlet pir şaş dilîze. Ev ne hiqûqiye. Ev nayê qebûlkirin. Ez dixwazim parêzerên min bên vir û hevdîtinê bikin. Ev tiştekî hiqûqiye. Ev 22 sale li vir im. Çima parêzer nayên vir. Ger ku hevdîtinek hebe jî divê parêzerên min jî hebin. Ji ber ev rewş hem siyasî hem jî hiqûqiye.” Piştî vê axaftinê telefon li ser Ocalan qut kiribûn.

Parêzer û malbat her hefte serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgehê didin. Lê hemû serlêdanên parêzer û malbatan bê bersiv dimînin. Tenduristî û jiyana Ocalan di kîjan astê de ye agahiya malbat, parêzer û gelê kurd jê tune ye.  Têkildarî tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan pirsên me bersivandin.

Salek e malbat, parêzer û heyet nikarin biçin Îmraliyê. Salek berê Ocalan çi peyam anîn ziman. Daxwaza wî çibû? Çiqas daxwazên wî pêk hatin?

Tecrîd 23 sal in carna giran dibe, carna jî sist dibe. Lê tecrîd 23 salin didome. Tu carî tecrîd ranebûye. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re, cara duyemîn bi telefonê axivî. Rojek berê Midûrê Girtîgeha Îmraliyê li birayê Ocalan Mehmet Ocalan geriya. Roja din serê sibê ez û birayê Ocalan Mehmet Ocalan û parêzerê wî çûn Dadgeha Rihayê. Ev axaftina bi telefonê li Dadgeha Rihayê pêk hat. Ev axaftina bi telefonê ya li dadgehê ne ji rêzê ye. Axaftina bi telefonê ya bi malbatê re cara yekem bi Birêz Ocalan re pêk tê. Her girtî bi rêya telefona malbatê bi malatên xwe re diaxive. Lê axaftina bi telefonê ya li dadgehê ku bi birêz Ocalan û 3 girtiyên din re pêk hat, wekî rêbazeke cuda ye. Mirov nikare vê axaftinê wekî hevdîtinê pênase bike. Heta niha me mînakek bi vî rengî nedîtiye. Cara yekem axaftina bi telefonê piştî şewba Covît-19 bi qasi 20 deqîqeyan bi malbatan re pêk hat.  Cara duyem di 25’ê adarê de bi Birêz Ocalan re pêk hat. Lê Birêz Ocalan ev hevdîtin qebûl nekir. Rexne kir. Telefon hat qutkirin. 4-5 deqîqeyan hevdîtinê berdewam kir. Lê Birêz Ocalan li vir qala zagonan, qala qanûnan kir û got; “Ev rê û rêbaza ku dewlet dimeşîne ne rast e. Hatina we ya vir jî ne rast e. Ev meseleya qanûnî û hiquqî ye. Hewce ye parêzer bên cem min. Em van tiştan niqaş bikin.” Piştî axaftina bi qasî 4-5 deqîqeyan telefon qut bû. Parêzerê wî Mazlum Dînç jî hat. Li vir parêzer Mazlum Dinç jî bi me re bû. Li vir 10-15 deqeyan em sekinîn. Heta rayedarên wir hatin gotin ‘Axaftina telefonê li vir bi dawî bûye.’ Mirov nikare ji vê yekê re bêje hevdîtin.

Bertekên Birêz Ocalan ên li dijî vê axaftina kurt nîşan da ku salek e em agahiyê ji wî û hevalên li Girtîgeha Girava Îmraliyê nagirin. Tenduristiya Birêz Ocalan jiyana birêz Ocalan di kîjan astê de ye agahiya me jê tune ye. Agahiya me ji jiyana Birêz Ocalan tune. Li derve ji bo ev tecrîd bê şikandin xebatên me didomin.

Di salekê de parêzeran ji bo hevdîtinê bi dehan caran serî li dozgeriyê dan. Lê hemû serlêdanên wan bê bersîv dimînin. Hûn vê helwestê çawa şirove dikin?

Rewşa Ocalan mirov nikare bi pergala zagonên Tirkiyeyê bide fêmkirin. Li Girava Îmraliyê rejîmek taybet û zagonên taybet hatine avakirin. Rewşa birêz Ocalan mirov nikare bi zagonên Tirkiyeyê bîne ziman. Ji ber ku rewşa Ocalan bi zagonên Tirkiyeyê ve negirêdayî ye. Li wir pergal û rejîmek din hatiye avakirin. Di navenda wê rejîm û pergalê de jî Enqere heye. Bi biryarên siyasî tê rêvebirin. Raste Birêz Ocalan mirovekî siyasî û mirovekî polîtîk e. Raste di nava gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn de jî bandora birêz Ocalan gelek zêde ye. Bandorê li ser siyaseta Rojhilata Navîn dike. Di aliyê siyasetê de bi bandor e. Lê niha bi zagon û qanûnan nikarin ji nava vî karî derkevin.

Têkiliya me bi parêzerên me re heye. Parêzerên me hefteyê 2 caran serî li serdozgeriyê didin. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, serî li DMME’ê dan. Serî li dehan saziyên li Tirkiyeyê dan. Serî li 4 saziyên mafên mirovan dan. Serî li Konseya Ewropayê jî dan. Lê heta niha tu encam derneketiye. Heta niha tu bersîj ji DMME, CPT û Konseya Ewropayê jî derneketiye. Ji bo çi? Ji ber ku rewşa Ocalan li Tirkiyeyê rewşek pir taybet e. Tê famkirin ku rewşa Ocalan taybet e û konseptek taybet tê meşandin. Rewşa Ocalan bi siyaseta Tirkiyeyê û rewşa Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Wekî parlamenterekî hefteyê 2 caran em serî li Wezareta Dadê didin. Lê mixabin heta niha ne erênî û ne neyînî tu bersiv nedane me. Parêzer jî bi heman rengî. Hefteyê du caran serî li dozgeriyê didin. Lê ne bi erênî û ne jî bi neyînî tu bersiv nedane parêzeran. Dema bersiv didin jî hincetê cezayê dîsîplînê nîşan didin.

Bersîvnedayîna dozgeriyê û wezaretê hûn çawa şirove dikin?

Rewşa Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û rewşa Birêz Ocalan bi hev ve girêdayî ye. Ev erdnîgarî ji nûve tê dîzaynkirin. Niha dîzayna wê didome. Niha em li şerê Sûriye, Iraq, Îranê dinerin. Hêzên sermayeyê dixwazin têkiliya Birêz Ocalan bi derve re qut bikin. Çima? Ji ber ku bandora Birêz Ocalan li ser rewşa aborî û siyasî heye. Çawa bandora Birêz Ocalan heye? Ji ber ku Paradîgmaya Modernîteya Damokratîk dê bi îhtîmalek mezin li Rojhilata Navîn bi cih bibe. Dê qada jiyanê ji xwe re veke. Ji ber ku ev pergala modernîte siyaseta jiyanê ye. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze vê paradîgmaya Birêz Ocalan li gorî xwe teng bike. Tengav bike. Ji ber vê yekê vê tecrîdê kûr dike. Gelek baroyan serî li Wezareta Dadê dan. Lê serlêdana baroyan li hewayê man. Ji ber ku konseptek taybet dimeşînin.

Ji ber vê yekê ev deriyê girava Îmraliyê dê bi tekoşînê vebe Heta têkoşîn di asta herî jor de xurt nebe û xebatên gelek mezin pêk neyên, tecrîd naşkê. Mirov nikare bêje niha xebat nayên meşandin. Bi rastî xebatek gelek mezin tê meşandin. Di rojên dawî de di Newrozê de jî xuya bû. Lêxwedîderketinek pir xurt heye. Lê lazim e ev têkoşîn derkeve merheleya herî jor. Ji bo ku ev tecrîd bê şikandin divê di asta jor de têkoşîn pêş bikeve.

Dema ku hevdîtin hebe bandorê çaya li ser civakê dike, dema hevdîtin qut dibe bandorek çawa li ser civakê dike?

Nûnertiya Birêz Ocalan nûnertiya civakê ye. Birêz Ocalan baş rewşa civakê dixwîne. Bi salan e têkoşînek siyasî tê meşandin. Rêbertiyek gelek xurt jî derxistiye holê. Bandorek gelek mezin jî dike. Dema hevdîtin pêk tên û diyaloga pêş dikeve, Birêz Ocalan bi konsepta xwe civakê rehet dike. Rewşek aram pêş dixe. Ev yek bandora xwe li ser demokrasiya Tirkiyeyê jî dike. Lê dema demokrasî pêş dikeve, dema aştî û azadî pêş dikeve fêdeya kurdan li vir zêde dibe. Fêdeya kurdan bêtir derdikeve pêş. Kurd bêtir dikarin xwe bînin ziman. Dema kurd xwe tînin ziman, bandorê li ser siyaseta Tirkiyeyê dike. Ji ber ku kurd bandorê li ser siyaseta Tirkiyeyê dikin, dewleta Tirkiyeyê xwe aciz dikin. Aştî, azadî û hebûna neteweya kurdan tenê bi nasnameyê ve ne girêdayî ye. Bi civakek azad ve jî girêdayî ye. Acizbûna dewletê ji ber vê yekê ye. Civakek azad û kurdên azad naxwaze. Dema civak azad dibe ji kontrola dewletê derdikeve û nikare êdî serweriyê li ser civakê bike. Dema civak azad dibe bandora siyaseta Birêz Ocalan a li ser civaka kurd û Rojhilata Navîn xurtir dibe. Dema birêz Ocalan diaxive, siyaset, diyalog pêş dikeve. Rewş aram dibe.

Lê dema li gravê tecrîd kûr û giran dibe, her tişt bêtir aloz dibe. Ev her kesî bêtir tengav dike. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve bê dîtin. Ev ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin. Rewşa dewletê li ber çavan e. 7 sal in ev dewlet di qada aborî, siyasî û civakî de di qeyranê de ye. Hildiweşe. Dema herî xurt pêvajoya salên 2021-2013 û heta nava sala 2015’an rewşek aram hebû. Tirkiyeyê nefesek girtibû. Lê niha li her qadê hilweşandinek heye. Ev tê hîskirin.

Salek e bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Bandora tecrîdê li ser şer û bandora şer li ser tecrîdê çiye?

Tecrîd û şer têkiliyek sîmbîyotîk e. Dema tecrîd giran dibe şer pêş dikeve. Dema şer pêş dikeve  tecrîd giran dibe. Şer û tecrîd hev xurt dikin. Dema tecrîd kûr dibe, şer pêş dikeve. Mirov tên qetilkirin. Siyaset belav dibe.

Lê dema hevdîtin pêk tên, siyaset xurt dibe. Niqaş û diyalog pêş dikevin. Aborî pêş dikeve. Rewş aram dibe. Ji ber vê yekê rewşa tecrîdê ya li Tirkiye û geşedanên li Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Dema siyaseta Tirkiyeyê hişk dibe, jiyan hemû hişk dibe. Jiyan tê fetisandin. Dema bi Birêz Ocalan re hevditin pêk tê, em hemû rehet dibin. Bi peyam, siyaset û dan û stendinê xwe rê li aramiyê vedike. Li Rojhilata Navîn deriyê jiyanê vedike. Ev têkiliyek sîmbiyotîk e. Şer giran dibe tecrîd giran dibe. Tecrîd giran dibe şer zêde dibe. Dema tecrîd radibe û birêz Ocalan diaxieve wê demê siyaset pêş dikeve. Bi her alî pêşketin çêdibe. Mirovên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hev qebûl dikin. Bêhna wan fireh dibe. Lê mixabin Tirkiye ji ber vê siyaseta tecrîdê teng û tengav e. Ber bi hilweşandinê ve diçe.

Ji bo tecrîd bi temamî rabe, divê partiyên siyasî rêxistinên civakî û Yekîtiya Ewropa çi bikin?

Saziyên civakî, partiyên siyasî û dezgehên sivîl li vir xwedî rol û rist in. Dikarin rola xwe bilîzin û gavan bidin avêtin. Lê li vir xala sereke hêza gel. Dema hêza gel derdike pêş her tişt diguhere. Bandor dike. Siyaset jî û têkoşîn jî bi gel pêş dikeve. Saziyên sivîl û rêxistinên din jî bi gel ve girêdayî ne. Dema di nava gel de bingeha partî û rêxistinên civakî tune be, ev sazî û partî bê wate dibin. Ji ber vê li aliyekî bi gel re dîplomasiya navxweyî û li aliyê din dîplomasiya derve bê meşandin. Dawiya dawî dîplomasiya hundir û derve bi hêza gel ve girêdayî ye. Dema hêza gel zêde be dîplomasî xurt e. Dema hêza gel lawaz be dîmpolasî nagêje armanca xwe.  Wê demê bi rastî naskirina kurdan, pêşketina kurdan, meseleya Rojava, paradîgmaya birêz Ocalan li cîhanê tê niqaşkirin. Lazime tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Em dibînin li Ingîlistanê gelek sendîka yên bi hezaran endamên wan hene. Niha dizanin rewşa birêz Ocalan çiye. Sendîka dîplolasiya wê dimeşinin. Kurd jî dîplomasiya wê dimeşînin. Li dîasporayê xebatek baş tê meşandin. Lê lazim e bi awayekî kordîne û bi hevre dîplomasî bê meşandin. Divê di rojeva kurdan de jî mijara tecrîdê hebe. Dema tecrîda li ser birêz Ocalan wekî tecrîda li ser gel û kurdan bê famkirin û hîskirin wê demê tê tevger xurttir bibe û tecrîd bê şikandin. Beriya 7 salan di navbera salên 2013-2015’an rewşek din pêş ket. Piştî 2015’an li Tirkiyeyê paradîgma hat guhertin. Tirkiyeyê got ‘ez ê bi modela Srî Lankayê kurdan ji holê rakin. Rêber û siyasetmedarên kurdan tasfiye bikim. Tirkiye di civîna MGK’ê ya 2014’an de konsept guhert û di sala 2015’an de xist meriyetê. Niha hemû kesan ji vê konseptê zerar dît. Gelê tirk jî jê zerar dît. Ji ber vê yekê divê her kes destê xwe bin vî barî. Her roj şer heye. Qeyrana aborî ne tenê ya cihanê ye. Her roj bi dehan bi sedan balafirên şer radibin. Kurt tên qetilkirin. Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn tên dagirkirin. Ev tev bi hev ve girêdayî ne.  Ji ber vê yekê hevgirtinek mezin û îtîfaqek mezin lazim e. Şikandina tecrîdê bi tifaqek mezin ve girêdayî ye. Ev berî her tiştî tê. Şikandina tecrîdê dê pêşiya hemû siyasetê veke û rê li pêş hemû qeyranan bigire. Niha li her derê xetimandinek heye. Sedema vê yekê jî ji ber ku li ser birêz Ocalan û 3 hevalên wî tecrîd heye. Şikandina tecrîdê bi awayekî kolektif pêkan e.

Peyama Newrozê çibû. Divê mirov çawa şirove bike. Dê sala 2022’an diyar bike?

Di nava kurdan de efsaneya Newrozê zêdeyî 2600 salin didome. Car caran kêm û zêde bûye. Lê Newrozên di dîroka nêz de bi wate ye. Ji ber ku kurd bi nasname û têkoşînê derketin pêş. Kurdan di newrozê de neteweya xwe nas kir. Di Newrozê de siyaseta Dehaq û siyaseta Kawa xuya dibe. Li hemberî siyaseta Dehaq siyaseta Kawa pêş ket. Siyaseta kesên zilmê dibînin li dijî siyaseta Dehaqan bi awayekî kolektif pêş ket. Newrozên dawî her ku diçe girseyîtir dibin. Kolektiftir dibin. Mezintir dibin. Ji ber rewşa birêz Ocalan rewşa gelê kurd û neteweya kurd Newroz ne wekî şahiyekê û seyrangehekê ye. Di Newrozê de vînek derket pêş. Daxwaz derketin pêş. Gel qala mafê xwe dikin. Gel peyamên xwe aşkere gotin. Ez li Newroza Cizîrê bûm. Gel bi yek dengî got “Bijî Serok Apo”. Ev peyv gelek tiştan îfade dike. Azadiya Birêz Ocalan û azadiya gelan îfade dike. Li Amedê êrîş kirin. Gel dixwaze azad bijî. Gel dixwaze zulm li netewe û nasnameya wî neyê kirin. Dibêje ‘Ez dixwazim wekî neteweyek azad bijîm. Pêşiya mafê min negire. Newroza min û siloganên min qedexe neke.’ Gel ji bo azadiya Ocalan peyama xwe anî ziman. Gel ji bo azadiya Ocalan amade ye. Organîzekirina siyasîbûn û rêxistinan jî di destê siyaseta kurdan de ye. Divê em sazîbûna xwe xurttir bikin. Dê sala 2022’yan bi tekoşînek xurt derbas bibe. Kurd dê di sala 2022’yan de bi paradîgmaya Birêz Ocalan bi ser bikevin. Ev jî bi şikandina tecrîdê pêk tê. Divê Birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike û aramî  di nava gel de pêş bikeve. “