Tê zanîn ku sala 2020’î bi nexweşiya Covîd-19’î derbas bûbû û di vê pêvajoyê de hêzên hegemonîk ji gelek aliyî ve xwestin ku hê zêdetir xwe li ser gelan ferz bikin. Sala 2021’ê jî bi pêvajoya şewba koronayê re dest pê kir û pişt re mijara aşiyê kete dewrê. Di warê polîtîkayê de dema mirov bala xwe dide Rojhilata Navîn li hemberî tevlihevî, qeyran û aloziyên heyî herî zêde rengê berxwedana kurdan a li Başûr, Rojava, Şengal û Bakur derdikeve holê. Li çar parçeyên Kurdistanê kurd li ser pîyan bûn.
Li Bakur
Di destpêka sala 2021’ê de dewleta tirk bi boneya qeyrana siyasî û aborî ya di hundir de bin perde bike û qeyranê veşêre hêviya xwe bi êrîşên li ser kurdan ve girê da. Di 10’ê sibatê de operasyoneke leşkerî bire ser Herêma Garê. Di encama vê operasyonê de 13 leşker û polîsên xwe yên ku di destê PKK’ê de bûn, kuştin.
Piştî Garê
Desthilata AKP-MHP’yê bi tu awayî di armanca êrîşên xwe de ser ne ket û bi Garê têk çû. Dewletê têkçûna xwe ya li Garê di bêvila HDP’yê de derîne û bi awayek pergalî êrîşên xwe birin ser HDP’ê. Piştî operasyonê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu Wezîrê Parastinê Hulusî Akar bi serokê partiya CHP û ÎYÎ Partiyê re hevdîtin pêkanîn têkçûyina xwe bi vî awayî parve kirin û piştî hevdîtinan HDP û ÎHD sucdar kirin.
Di heman demê de parlamenterê HDP Omer Faruk Gergerlioglu bi boneya ku di mijara Garê de hikûmet rexne kir jî dewletê, pêvajoya daxistina wekiltiya wî da pêş û di demeke kurt de jî wekiltiya wî hat daxistin. Biryara daxistina wekiltiya Gergerlîoglu jî li meclisê hat xwendin û rastî gelek bertekan jî hat. Der barê daxistina wekiltiya xwe de Gergerlioglu li meclisê dest bi ‘Nobeta Edaletê’ kir û pişt re jî di nîvê şevê de ew bê pêlav û bêyî cil û bergên xwe hat binçavkirin û şandin girtîgehê.
Bi israr û daxwazên serokê MHP’ê Bahçelî yên der barê girtina HDP’ê de di meha adarê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin dîtin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di 17’ê adarê de ji bo girtina HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.
Peymana Stenbolê
Yek ji mijara girîng jî betalkirina Peymana Stenbolê bû. Ji bo betalkirina peymanê di 20’ê adarê de bi biryarnameyê hikûmetê diyar kir ku dê betal bikin û di 1’tirmehê de Peymana Stenbolê hat betalkirin. Li hemberî betalkirina biryarê hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê bi dehan sazî, rêxistin, siyasetmedar û jinên aktivîst derketin qadan.
Deniz Poyraz
Di 17’ê hezîranê de li Îzmîrê li avahiya HDP’ê êrîşeke çekdarî pêk hat û xebatkarê partiyê Denîz Poyraz hate qetilkirin. Li aliyê din Bahçelî yê MHP’ê li şûna ku êrîşê şermezar bike, Poyraza ku hatibû qetilkirin, sûcdar kir. Qetilkirina Deniz Poyraz li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat şermezarkirin.
Daxwaza êrîşeke li ser Rojava
Mijara herî girîng jî ew bû ku Tirkiyeyê dixwest dubare êrîşeke bi rengê Girê Spî bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê têkildarî vê yekê ne ji Biden ne jî ji Rûsyayê piştgiriyek negirt.
Tecrîd û Nobedên Edaletê
Li Tirkiyeyê sala 2021’î bû sala ku herî zêde mafên mirovan ji aliyê dewletê ve hatin binpêkirin bû. Ji aliye kî binpêkirina mafên mirovan a girtîgehan ji aliyê din ve jî li der ve, di asta herî jor de pêk hatin. Tecrîda li Îmraliyê roj ji roja din girantir kirin û bi tu awayî destûra ku malbat herin îmraliyê dernekete holê. Xizmên girtiyan li di meha kanûnê de der barê tecrîda li Îmralî û binpêkirina mafan de berê xwe dan li Enqerê, li Meclisê daxuyanî dan û daxwaza rakirina tecrîdê ya li Îmraliyê kirin. Her wiha piştî lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar li Amed û Wanê jî malbatên girtiyan li baroyan dest bi ‘Nobedên Edaletê’ kirin.
Li Başûr: Hevkariya Tirkiye-PDK
Li başûrê Kurdistanê di sala 2021’ê de herî zêde bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê re girêdayî, êrîşên li ser herêmên wek Zap, Avaşîn, Metîna, Xakûrkê û bêgûman ên li ser Şengalê di rojevê de bûn. Dewleta tirk di şeva 23’ê nîsana 2021’ê de li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrişek berfireh a dagirkeriyê kir. Heta niha jî ev êriş berdewam dikin. Bi destpêkirina êrişan re artêşa tirk her çû bi alîkariya PDK hejmara baregehên xwe li Başûr zêdetir kirin, ji bo dagirkirina deverên nû jî li gelek cihan dest bi çêkirina rê kiriye.
Bi destpêkirina êrişa artêşa tirk li herêma Behdînanê dest bi talankirin û xerakirina xwezayê jî kir. Artêşa tirk bi hezaran darên bi temen birî û derbasî Tirkiyeyê kirin. Li dijî van êriş û talankirina xwezayê nerazîbûnek mezin derket pêş, li gelek bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê xwepêşandan hatin li darxistin.
Êrîşên PDK’ê
PDK’ê tevî hemû bang û daxwazan jî bi xwesteka Tirkiyeyê dest bi êrîşên li ser gerîla kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 29’ê tirmehê de bi daxuyaniyekî diyar kir ku hêzên PDK’ê di 26’ê tîrmeha 2021’ê de li gundê Bexme ya ser bi bajarokê Xelîfanê, êrişî komek gerîla kir. Ji wê rojê heya niha aqûbeta 3 gerîlayan nayê zanîn. Di 3’yê cotmehê de jî HPG’ê ragihand di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne. Aqûbeta gerîlayekê diyar nîne û gerîlayek sax gihîşte hevreyên xwe. Tevî nasnameya gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin, lê heta niha jî PDK cenazeyan nade malbatan.
Çûyina Lahor Şêx Cengî
Di 8’ê tîrmehê de bi awayekî ji nişkanve serokê dezgeha Zanyarî û Dijeterorê ya YNK’ê hatin guhertin û di nava YNK’ê de rewşek aloz derket pêş. Vê rewşê di nava saziyên çapemeniyê de cihek berfireh girt û ket rojevê. Piştî hefteyek Polîtbûroya YNK’ê civiya û Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî desthilata xwe radestî hevserokê din ê YNK’ê Bafel Talebanî kir. Guhertinên nava YNK’ê bi vê yekê ranewestiya, Herî dawî bi daxuyaniyek fermî hat ragihandin Lahor Şêx Cengî û sê endamên din ên serkirdayetiya YNK’ê ji nava YNK’ê hatine dûrxistin.
Hilbijartina parlementoya Iraqê
Roja 10’ê cotmeha 2021’î hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê hat li darxistin. Li gorî encama dawî ya hilbijartina parlementoya Iraqê, Tevgera Sedir 73 kursî, Hevpeymaniya Teqedum 37 kursî, Dewleta Yasa 33 kursî, PDK 31 kursî, YNK 19, Hevpeymaniya Fetih 17, Ezim 14, Îmtidad 9 û Tevgera Nifşê Nû jî 9 kursî bi destxistin. Piştî eşkerekirina encama dawî ya hilbijartinê gelek aliyên Şie nerazîbûn nîşandan û heta niha jî nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî encama hilbijartinê di domin.Piştî ragihandina encamên hilbijartinê danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê destpêkirin.
Koça li ser sînorên Polonya û Belarûsê
Roja 8’ê mijdarê bi hezaran koçberên ku piraniya wan xelkê başûrê Kurdistan û Iraqê bûn, li ser sinorê Belarusê berê xwe dan sinorê Polonyayê da ku derbasî welatên Ewropayê bibin. Koça bi hezaran kesî ya li ser sinorê Belarusya-Polonya û Lîtwanyayê ciheke berfireh di çapemeniya kurd û cihanê de girt. Li ser mijara koçberan Ewropa û Rusya ketin nava tevgerê. Lê hikûmeta Herêmê bêyî ku xwe berpirsê rewşa koçberiyê bibîne û çareyek ji pirsgirêkên dibin sedema koçberiyê re bibîne, sedemê koçberiyê xist sutûyê PKK’ê. Piştî gelek rojan koçber li ser sinor di nava rewşek gelek zehmet man, beşek mezin a koçberan ji ber bêhêvîbûna ji çûna welatên Ewropayê vegeriyan. Li gorî amarên wezareta karên derve ya Iraqê heta niha zêdetirî 3 hezar û 500 koçber vegeriyane Iraqê.
Li Rojava
Li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê herî zêde çûnû hatinên di qada dîplomsiyê de mohra xwe li sala 2021’î xist. Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser, bi dewletên wek Rûsya, Fransa, Amerîka, Danîmarka û gelek welatên din re hevdîtin pêk anîn û em dikarin bêjin di encama hevdîtinên dîplomatîk de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete pêvajoyeke nû.
Katalonyayê Rojava nas kir
Bûyereke din a girîng ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ew bû ku ji aliyê Katalonyayê ve hat nasîn. Di 22’yê hezîranê de heyeteke ji Herêma Xweser a Katalonyayê serdana Bakur û Rohilatê Sûriyeyê kir. Ev heyeta ku parlementer û siyasetvanên katalonî Lûlîa Regovat, Robîn Wagensber û Laûra Breezî jê re pêşengî dikir li gelek bajar û navçeyan xebatên rêxistinbûyina rêvebiriya xweser di cîh de şopandin. Piştî nîqaşên li parlamentoya Katalonyayê di encama dengdayînê de statuya Rojava hat nasîn. Parlementoya Katalonyayê bû yekem parlementoya ku statuya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike.
Malbata Gulo hat qetilkirin
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava di sala 2021’ê de jî berdewam kirin. Yek ji van jî êrîşan jî a di 10 mijdarê de li Qamişloyê pêk hatibû. Dewleta tirk 3 ferdên ji malbata Gulo; Yûsûf Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo di êrîşa hewayî ya balafirên bê mirov de qetil kirin. Cenazeyên Malbata Gulo bi merasîmeke mezin li Qamişloyê hatin definkirin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hundir û derveyî Kurdistanê rastî bertekan hatin.