Li tevahiya welatên cîhanê sal bi sal koçberî û penaberî zede dibe. Li tevahiya cîhanê di sala 1970yî de 84 milyon û 460 hezar koçber hebûn. Lê 50 salên dawî ev hejmar gihişt 271 milyon û 642 hezar koçberî. Tenê di 2023an de 714 hezar û 579 welatiyên Tirkiyeyê koçî Ewropa û Amarîkayê bûn
Di cîhanê de herî zêde li welatên ku şer û zextên rejîma dewletê lê pir bin, penaberî jî li wir zêde ye. Milletên Yekbûyî bi boneya balê bikişînin ser mafên penaberan û der barê kesên ku bi zorê ji cihên xwe koçber bûne de hişyarî û baldariyê çêke, 24 sal berê di sala 2001an de 20ê Hezîranê wekî Roja Penaberan îlan kir. Sal bi sal der barê penaber û koçberan de rapor têne amadekirin. Komîseriya Bilind a Penaberan a Milletên Yekbûyî (UNHCR) di sala 2024an de Rapora Kuruewî amade kir. Li gorî rapora di sala 2024an de hejmara penaberan li cîhanê gihişt 123.2 milyon kesan.
Bi taybetî li welatên Sudan, Sûriye, Afganistan, Myanmar, Ukrayna û Xezayê ji ber şerê heyî hejmara koçberan zêde ye. Di salên dawî de ji ber polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê jî koçberiya ciwanan a ber bi Ewropayê ve zêde bûye.
Li gorî rapora Komeleya Desteka Jiyanê ya di çarçoveya Roja Penaberan a Cîhanê de amade kiriye, yek ji wealtê herî zêde koçberan hembêz dike Tirkiye ye. Lê li aliyê din yek ji welatê herî zêde welatiyên xwe dîşîne Ewropayê jî dîsa Tirkiye ye. Li gorî raporan nêzî 3.5 milyon penaber li Tirkiyeyê dijîn. Ji van penaberan nêzî 2.7 milyon penaber ji ber şerê DAIŞê reviyan û hatin Tirkiyeyê. Dîsa nêzî 222 hezar welatiyên Afganistan, Îran, Irak û Somayê hatine li Tirkiyeyê bi cih bûne. Li gorî raporan şîrketên kar ên li Tirkiyeyê penaberên ku ji Afganîstan, Sûrî û welatên din hatine bi keda erzan dixebitîne û welatiyên Tirkiyeyê jî dişîne Ewropayê û li welatên Ewropayê jî dîsa bi keda erzan dixebitin.
Li gorî daneyên UNHCRê li Xezayê heta destpêka 2025an ji sedî 90ê welatiyan ax û warên xwe terk kirin û koçber bûn.
Ji ber Îsraîl ji erd, ezman û bahrê ve êrişî Filistin û Xezayê dike, welatî nikarin ji Xezayê derkevin.
Li gorî rapora ÎHDê, di sala 2023an de 714 hezar û 579 welatiyan bakurê Kurdistanê û Tirkiye terk kirin û koçî Ewropayê bûn. Li gorî daneyan ji sedî 55,2ê wan mêr, ji sedî 44,8ê wan jî jin in.
Li gorî lêkolîn û raporan di 2023an de herî zêde ciwanên di navbera 20-24 û 25-29 salî de koçî Ewropayê kirin. Ji kesên koçî Ewropayê kirine, ji sedî 12,7ê welatiyan 20-24 salî ne. Ji sedî 10,8ê wan di navbera 25-29 salî de ne. Ji sedî 10,3ê wan 15-19 salî ne. Ev dane nîşan didin ku di sala 20213an de herî zêde ciwanên kurd û tirk ji Kurdistan û Tirkiyeyê koçî welatên Ewropayê kirine.
Herî zêde di serdema şerê DAIŞê de koç kirin
Li Tevahiya Sûriyeyê jî li gorî raporên 2017an ji ber şerê DAIŞê û komên çekdar ên wekî OSO, Sultan Murad, El Nusra û komên din, 13 milyon welatiyên Sûriyeyê koçî derve kirin. Di sala 2017an de nêzî 1 milyon welatiyên Sûriyê koçî welatên Ewropayê kirin. Li gorî raporên lêkolînê 6 milyon welatiyên Sûriyeyê koçî welatên cîran kirine. Nêzî 5 milyon welatiyên Sûriyeyê jî li welatên cîran dijîn. Li gorî daneyên 8 sal berê 3 milyon û 400 hezar welatî li Tirkiyeyê, 1 milyon li Lubnanê, 660 hezar li Urdunê, 250 hezar li Iraqê dijîn. Nêzî 150 hezar welatiyên Sûriyeyê jî li Efrîqaya Başûr dijîn. Dîsa 690 penaberên Sûriyeyê li welatên Ewropayê bi cih bûne. 100 hezar welatî jî li Amarîkayê bi cih bûne.
Sal bi sal zêde dibe
Li gorî Îstatîstikên koçberiyê yên Neteweyên Yekbûyî di sala 1970yî de li tevahiyê cîhanê 84 milyon û 460 hezar koçber hebûn. Di sala 1980yî de 101 milyon û 983 hezar, di sala1990î de 153 milyon û 11 hezar, di sala 2000î de 173 milyon û 588 hezar, 2010an de 220 milyon û 781 hezar û 2019an jî 271 milyon û 642 hezar koçber hene. Di van salan de herî zêde mirovan koçî parzeminên Asya û Afrîkayê kiriye.
Li gorî Rapora Koçberiya Cîhanê ya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) hejmara penaberan gihişt 281 milyon mirovî. Li gorî raporê 75,9 milyon mirov di nava welatê xwe de koçber bûne. Bi taybetî li welatê Ukrayna, Filistin, Sudan, Komara Kongo ya Demokratik, Myanmar û Etiyopya koçberî zêde bûye.
Berê gel li Ewropayê ye
Li gorî daneyên TUÎKê di salên 2022- 2023an de 316 hezar û 456 kes ji derve koçî Tirkiyeyê kirine. Di salên 2022 û 2023an de jî 714 hezar û 579 welatiyan koçî welatên Ewropayê kir. Ev jî nîşan dide ku 2 qatî welatiyên ku ji derve hatine Tirkiyeyê, welatiyên Kurdistan-Tirkiyeyê jî koçî derve kirine. Li Tirkiyeyê herî zêde ciwanên 20-24 û 25-29 salî koçî welatên Ewropayê dikin.