Kurdistaniyên li gelek bajarên Swîsreyê bi coşek mezin 15’ê Tebaxê pîroz kirin û hêj pîroz dikin. Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya têkildarî pîrozbahî û şahiyên 15’ê Tebaxê ku li Swîsreyê pêk tên agahî dan. Çetînkaya anî ziman ku ji bo 15’ê Tebaxê li 10 navendan şahiyên gelan hatin lidarxistin û wiha axivî: “Li Swîsreyê ji bo 40’emîn salvegera 15’ê tebaxê li 10 cihên herî girseyi û navendî kurdan bi alên tevgerê bi hewaya cejnê şahî li dar xistin. Bi al û stranên gel gel şahiyên xwe pêk anîn. Dirûşme berz kirin û govend gerandin. Ji bo zarokan şano amade kirin û helbest xwendin.”
Dîlan Çetînkaya, da zanîn ku li Swîsreyê 40’emîn salvegera 15’ê tebaxê li gorî ruhê salvegera 40’emîn bi coşek mezin hat pîrozkirin û wiha got: “Bi şahiyên rengîn û cur be cur hat pîrozkirin. Nêzî 3 hefte ye ev şahî tê pîrozkirin. Niha li 3 kantonan pirozbahî tên lidarxistin. Dîsa dê li Cenevre û Lozanê roja şemiyê dê bi tevlêbûna Ozan Comert şahiyek bê lidarxistin. Ji bo gelê Lozan û Cenevreyê şahiyek navendî hat plankirin. Li qadên din jî pîrozbahî hatibûn lidarxistin. Li gelek bajaran gel 15’ê Tebaxê li kolanan pîroz kir. Li kolanên herî qelebalix, bi stran, govend û dirûşmeyan bi coşeke mezin 15’ê Tebaxê pîroz kiribûn. Vê carê meclis û rêxistinên bajaran di nava xwe de şahiyan pêk tînin. Bi şano, govend, stran û şahiyên cuda 15’ê tebaxê pîroz dikin. Me şahiyek navendî ku dîsa Ozan Comert beşdar bûbû di 17’ê tebaxê de pêk anîbû. Ev çalakî ji bo me gelek girîng bû. Navendî û girseyî bû. Di aliyê cih de jî pir girîng bû. Di cîhanê de ji 3 bajaran, bajarê herî xweş e. Cihê ku turist pir zêde ye. Eleqeya derdorê ya li hemberi pîrozbahiyê pir zêde bû. Me di şahiyê de ji bo azadiya Rêber Ocalan belavoık belav kirin.”
Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya da zanin ku pîrozbahiya 40’emîn a salvegera 15’ê tebaxê ji bo me û hevalan bû moralekî gelek mezin û wiha bi dawî kir: “Li gori wate û ruhê 15’e tebaxê pîrozbahî pêk hat. Hem ji bo xebatkarên meclisên me, hem jî ji bo gelê me, bû moralekî pir mezin. Em dikarin careke din bibêjin li gorî paradigmaya Rêbertiya xwe em ê di 40’emîn salvegera tevgerê de xwe bi rêxistin bikin. Heta ku em tecrida li ser Rêberê xwe bişkinin em ê têkoşîna xwe di asta herî jor be bidomînin. Em soza vê yekê didin.”