Bi hezaran welatî û nûnerên saziyên demokratîk li dijî qeyûm li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê çalakiyên girseyî li dar xistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şadal li Navçeya Xalfetiyê axivî û got: “Hûn bi tunekirina vîna gel nikarin pêvajoya aştiyê pêk bînin. Em soz didin ku van saziyên xwe paşve bistînin.” Hevşaredara Bajarê Mêrdînê Devrîm Demîr jî anî ziman ku dê şaredariyên xwe paşve bistînin û ev der warê wan e. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî got. “Em li vir in, em ê berxwedanê mezin bikin.”
Êlih
Çalakiyên gel ên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Piştî Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Êlihê, Mêrdîn û Xalfetiyê kir, gel li pêş avahiyên şaredariyan çalakiyan pêk tînin. Li Êlihê gel 6 roj in li kolanan li ber xwe didin. Li Mêrdîn û Xalfetiyê jî li pêş avahiyên şaredariyan nobetê digirin. Îro jî bihezaran welatî û nûnerên saziyên civakî ku ji bajarên cuda hatin, li Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê meşên girseyî li dar xistin. Li Êlihê Girse li ber Parka Yilmaz Guney kom bû û li ser Kolana Amedê heta Duçerxa Basinê meşê li dar xist. Girseyê bê navber dirûşmên “Qeyûm bicehime”, “Dizek qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê kurd” berz kirin.
Têkoşîna me dê bidome
Di meşê de Hevşaredara Êhilê Gulistan Sonuk tayînkirina qeyûman şermezar kir û got: “Me wekî we şaredarî ji Wezîrê Karên Hudir negirt. Em wekî we bi tayînan nehatin. Em bi dengê kal, pîr, jin û ciwanan hatin. Em bi dengê karker, cotkar û gel hatin vir. Ji bo ber vê yekê em ê heta dawî li şaredariyên xwe xwedî derkevin. Têkoşîna me û berxwdana me dê bidome. Em li vir in. Gelê me li vir in. Em bi hesta berxwedanê we hemûyan silav dikin. Piştî axaftinê girseyê bê navber dirûşma “Jin Jiyan azadî berz kirin.”
Xalfetî
Li navçeya Xalfetiyê jî tekoşîna gel a li dijî tayînkirina qeyûman di roja 6’an de didome. Nûnerên Tevgera Jinên Azad û saziyên jinan ên Tirkeyeyê li Navçeya Xalfetiyê çûn serdana Hevşaredarên Xalfetiyê. Nûner û aktîvîstên TJA’yê Ayla Akat Ata, Çaglar Demîrel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên navçeyên Rihayê û nûnerên saziyên civakî tev li çalakiyê bûn. Girseya ku li pêş avahiya DEM Partiyê kom bûn, heta avahiya Şaredariyê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.
Divê em gelê kurd û tirk bi hevre vê têkoşînê mezin bikin
Di çalakiya Xalfetiyê de Aktivîsta TJA’yê û siyasetmedar Çaglar Demîrel axivî û wiha got: “Gelê kurd diyar dikin ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye. Dibêjin çareseriya pirsgirêka dê li Îmraliyê pêş bikeve. Lê desthilat çareseriyê di qeyûman de dibînin. Eger hûn li çareseriyê digerin, divê hûn Rêzdar Ocalan wekî muxatab bibînin û şertan ava bikin. Navnîşana aştî, çareseriyê Birêz Ocalan e. Ez li ser navê tevgera jinan bang li rêxistinên jinan ên tirk dikim. Îro nûnerên rêxistinên jinan ligel me ne. Ew jî bawer dikin ku dê bi felsefeya Jin Jinan Azadî pirsgirêk çareser bibe. Desthilat hemû kurd wekî terorîst pênase kirin. Hemû kesên wekî wan nafikirin tev terorîst in. 4’ê mijdarê ne tesadufî ye. Di 4’ê mijdarê de li dijî siyasetmedaran darbe pêk anîn. Niha dîsa di 4’ê mijdarê de li dijî vîna gel qeyûm îlan kirin. Em dibêjin divê hemû gelê Tirkiyeyê vê berxwedanê mezin bikin. Ji ber ku têkoşîn û berxwedan bi hevre pêş dikeve. Divê em gelê kurd û tirk bên cem hev û bi hevre vê têkoşînê mezin bikin. Gelê kurd û jinên kurd divê bi hevre têbikoşin. Em ê bi hevre vê têkoşînê mezin bikin. Em ê ligel gelê Xalfetiyê vê têkoşînê mezin bikin. Em ê li her qadê vê têkoşînê mezin bikin.”
Em soz didin gelê xwe
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şadal jî anî ziman ku wan silavên gelê Wanê ji gelê Xalfetiyê re anîye û wiha got: “Gelê Wanê gotin em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Li ber xwe dan û bi ser ketin. Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze dîroka tarî dubare bike. Lê em gel, ciwan û jnên bi biryar dibêjin em ê li her derê li dijî darbeya qeyûman bimeşin û rê dani darbeyên qeyûm. Hemû cîhan dizanin ku em ji bo rêveberiyek ekolojîk, demokratik û azadiya jinê çawa têdikoşin. Yên ku bi hilbijartinê bi ser neketin û bi qeyûman dixwazin bi ser bikevin dê di sergoyê dîrokê de winda bibin. Em îro ber bi 25’ê mijdarê ve diçin. Di vê rojê de dîsa pergala Hevseroksatiyê dikin hedef û vîna gel a demokratîk xezp dikin. Bi qeyûman vê modele dikin hedef. Bi vê yekê di şer û zordestiyê de israr dikin. Hûn bi tunekirina vîna kurdan nikarin pêvajoyek aştiyê bidin destpêkirin. Em dibêjin qeyûmên ku we tayîn kirine dijminên jinan û gelan in. Ji bo xizmeta gel neyê kirin û çavkaniyên gel pêşkêşî navenda xwe bikin van qeyûman tayîn dikin. Van qeyûm bi lez paşve bikişînin û hurmetê ji vîna gelre bigirin. Em soz didin ku em ê saziyên xwe paşve bistînin û em ê van bajaran bikin bajarên jinan.”
Mêrdîn
Li Mêrdînê jî çalakiya gel a li dijî tayînkirina qeyûm di roja 6’an de berdewam dike. Îro jî meşek girseyî li dar xistin. Girseya ku di navde parlamenterên DEM Partî, hevşaredarên Wan û navçeyên AImedê, nûnerên saziyên civakî beşdar bûn meşek girseyî li dar xistin. Dayikên Aştiyê di pêşiya meşê de cih girtin. Girseyê di meşê de pankarta
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî piştî meşê axivî û wiha got: “Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din dar di destê wan de ye. Dixwazin gelê kurd bêdeng bikin. Dixwazin gelê kurd ji mafê wan bêpar bihêlin. Em êdî ne kurdên berê ne. Êdî tu kes nikare gelê kurd bixapîne. Tu kes êdî nikare gelê kurd bişkîne. Gelê kurd dê her tim ji bo aştî, çareseriyê têbikoşe. Em her tim ji bo aştiyê hene. Êdî gelê kurd bi tu awayî nayê xapandin. Em li vî welatî xwişk û biratiya gelan diparêzin. Jiyanek hevpar diparêzin. Gotinek Seydayê Cegerxwîn heye. Dibêjin hûn nebin yek hûnê herin yek bi yek.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm demîr jî axivî û wiha got: “Hêza tarî dê têk biçe. Em baş qeyûm nas dikin. Qeyûm talan e, dizî ye. Tunekirina vîna gelan e. Qeyûm 8 salan gel ji xizmetê bêpar hiştin. Qeyûm neyartina li dijî gelan û jinan kir. Qeyûm li dijî pergala Hevseroskatiyê ye. Em ne ji xizmeta xwe, ne ji têkoşîna jinê û ne jî ji pergala xwe ya Neteweya Demokratîk gavan paşve navêjin. Me heta niha gav paşve navêt, ji niha û şûnde jî emê gavan paşve navêjin. Em dibêjin destê xwe ji şaredariya gel û vîna gel bikşînin. Dest ji politikaya dagirkeriyê berdin. We heta niha bi vê polîtîkayê encam negirt, ji niha û şûnde jî hûnê bi vê polîetîkayê encamê negirin. Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin û li vîna xwe xwedî derkevin. Ev der war û cihê me ye. Em ji bo têkoşîna gel a 6 rojan spasiyên xwe dikin û silavên xwe ji hemû gelê xwe re dijînin.”
Girseyê bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.