12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûyên li Pey Min – I

Di Toplumsal Mücadeleler ve Sosyalizm Ansiklopedisi (Ansîklopedya Têkoşînên Civakî û Sosyalîzm) da, cîlda heftem, di bin sernavê “Sosyalîzm û Kurd” da. Du foto hene li kêleka hev. Ev yê li milê rastê ye. Çavin hene li bin siya sêgoşeyên (triangle) li ser rû, wê her li pey min bên.

Destên wî ji paş ve kirine nav kelemçê. Di nivîsa binê fotoyê da jê ra gotine “axa”, lê hûrhûrî bûye di nav wan da, tiştek nemaye ji esaleta axatiyê. Ji bo temsîla rast (temsîl û asîmîlasyon hevwate ne), tifenga wî dane pêş, lê bo nîşandana hoveberiya (primitive) wî, kirine bin rextî. Li ser germilkê wî yê rastê, destê çep ê cendirmeyî heye; hem nîşan dide hem hişk zevt dike.

Li ser rûyê mêrikî, bi tevahî heşt sêgoşe hene: Li herdu aliyên eniyê (2), li ser herdu birûyan (2), li kortên herdu çavan (2), li şûna simbêl (1) û li ser devî (1). Lê rûyê wî bi xwe jî sêgoşeyek e. Bûn neh.

Neh sêgoşe li hev dihonin û tabloya dîlketin û têkçûnê xêz dikin. Lê çarçoweya tabloyê naşibe naveroka tabloyê. Serkeftin û mexrûriyetek diberiqe li dor. Nêçîra xwe aniye ber mirinê, lê bo berdewamiya serdestiya li dor, divê beriya mirinê bê nişandan. Bo kê? Bo serdestan, alîgirên serdestan û nêçîrên dî. “Hebûn”a wî ya li ser sînorê mirinê girîng û jîndarî (vital) ye bo hebûna serdestî.

Tifenga wî li hember tifengên fallîk (phallic) ên cendirmeyan têk çûye, fisiyaye, sist bûye, bûye simbola ketiyan. Hemû dîlemmayên heyî xweş dixuyin: Baş-xerab, pêşketî-paşmayî, modern-tradîsyonel, serdest-bindest, efendî-kole, bihêz-qels, lihevhatî-tewş, paqij-kirêt… Lê çawa di nav serkeftinê da mexrûriyetek hebe, di nav têkçûnê da jî keserek heye. Ew keser e mezin dibe, ew keser e mezin dibe, ew keser ê mezin bibe. Rewşa mêrikê çiyayî yê dîlketî wê bibe îbret, mînak û cewet bo dîlneketiyan.

Mêrik li ciyê lê hatiye bicîkirin dikare bo jiyan, cîhan, hebûn û xwebûnê du cure agahî hilberîne. 1) Dikare çong dayne, teslîm (asîmîle) bibe, xwe ji nîvendê (focus), dikarî bêjî nîşangeh/hedef jî, derêxe û bigîje serdestan. Lê nikare bibe serdest; ji ber ku bi serşoriyê nabe serdest, serdest bi serşoriya wî dibin serdest! Lê dikare rûyê xwe kurr ke, cilên serdestan li xwe ke, tifengeka rep an li ber hevkulên berê rep dibe bide milê xwe, bi zimanê serdestan biaxive. 2) Herçî didu ye, ew jî siyasîkirina têkçûn û keserê ye.

Bindest berhema dîroka xwe ye, pistepist zimanê wê/î ye, jiyan argoya wê/î. Çi jî bibe, wê bişibe reşikeka/ê porê xwe bi zerî boyax kirî! Here kîjan devera cîhanê, wê xwe bide ber siya rastiyê, lê nikare biçe hundirê wê. Ji bindestî, êş û çîroka xwe ya xemgîn pê ve ti sermiyana xwe tune. Hemû serdestên cîhanê dikarin bibin yek, lê piraniya bindestên cîhanê dijminên hev in. Cî jê ra tune!

Di ilmê bîrkariyê (math) da sêgoşe têkçûn e, daîre serkeftin!

Daîreya li dor, dikare xwe pê ser dilê trajediya li nîvenda fotoyê bike. Lê bindest nikare dest bide daîreyê. Ji ber ku “aura”yeka daîreyê heye ku ji zirxê qalindtir e. Daîreya li dor, dikare têra xwe dûr be, lê her dem tê hîskirin/pê hesîn. Bindest heya wê aurayê neçirrîne, fîşengek berî ser nede wê ne sirûd, lê stranên xwe hebin. Ev yek jî serdemek divê. Wê xwe bispêrin çolan, avzêman, çiyayan, şikeftan, geliyan… Wê li wan deran zêde bibin, bicivin, bijiqin, çiya bihelînin, bifikirin, bifekirin û derkevin. Wê bêjin, “her Kurd ebin…”

Min ev foto cara pêşîn di sala 1994an da dît. Li Enqerê xwendekar bûm. Li maleka xwendekaran, li taxa Batikentê, lê ne mala min e. Dîsa min ciyek tune, min xwe spartiye mala hin nasan. Divê dinya germ be, şibak vekirî bin, perdeyên erzan û qirêj wek xewnekê bilivin. Min ew cîld li ser mînderekê vekir, mase tune li malê. Lê ev çav hene di ansîkolepediyê da û heya sax bim dê li pey min bin û li pey min bên.

Dibe ku min heman çavan di rûyê xwe da dîtibin. Li polêsxaneya Çankayaya li Enqerê ku di ber sebîla avê ra derbas dibûm, metalîk bû, xwe wek neynikeka qirêj avêt pêşiya min. Bêyî bîhna herdu polêsên di herdu milên min da teng bikim, tenê bo xulekekê, min li sêgoşeyên rûyê xwe nihêrîn.

Paşî bi caran li ser rûyê Kurdên teslîmbûyî, teslîmkirî yan dîlketî olan da.

Li ser fotoyên zerik ên malbatan. Li ser bergên pirtûkên siyasî yên çewalêhato çapbûyî.  Di nav albumên pirtûkên têkçûnan da. Li ser fotoyê şehîdeka/ê bîhna xwiyê jê difûre. Li ser rûyê hin kesên qetilkirî ku beriya mirinê tenê yek fotoyên xwe hebûne. Li ser rûyê karwanên mirinê yên li ser sînoran kom bûyî. Li ser rêyan, li nav zeviyan, li ber siya darên îstasyonên ku trên bo xêra miriyên xwe lê disekinîn, li hewşa mizgeftan, li bazara emeleyan, li lobiyên hotêlên luks, li pişt maseyên qirase yên meqaman…

Bîrewerî carina dikare olana li ser rûyî veguhêre. Carina peyv ji wateya xwe xelas dibin û dibin tiştek din. Bîrewerî li ser rûyî hûr dibe, ew tije dike, deforme dike, gir dike, hûr dike, ji eyarî derdixe.

Carina giraniya di dil da “fer”a çavan diberiqîne. Sîng xwe dide pêş. Şikestina di dev da tarî dibe, wek hestiyekê şikestî dicebire. Dibe ku xwarovîcko be, lê êdî ne sêgoşe ye!