2 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê kontrola du bajarên Ûkraynayê bi dest xist

Moskowê ragihand ku wan kontrola bajarên Pokrovsk û Vovçansk ên li rojhilat û bakurê rojhilatê Ûkraynayê bi dest xistiye.

Li gorî daxuyaniya Kremlinê, serfermandarê Giştî Valeri Gerasimov şeva yekşemê ji Pûtîn re ragihand ku Pokrovsk (bi navê Rûsî Krasnoarmeisk) û Vovçansk hatine ‘rizgarkirin’.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî dîmenek weşand ku îdîa dike leşkerên rûs li qada navendî ya Pokrovsk al danîne.

Ev geşedanên leşkerî, di dema hevdîtinên Ûkrayna û DYAyê yên ji bo bidawîkirina şer de, qewimîn. Yek ji sernavên mijara herî bi nîqaş, statuya herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin e. Tê payîn ku nûnerê taybet ê DYAyê Steve Witkoff roja sêşemê li Moskowê bi Vladimir Pûtîn re li ser vê planê hevdîtinê bike.