Rûsya û Ukraynayê careke din 208 dîlên şer rasdestî hev kirin, di nava wan dîlan 108 jinên ukraynayî hebûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters’ê, roja duşemê 17’ê cotmehê rêveberê nivîsgeha Serokomariya Ukraynayê Andrey Yermak got ku di nav jinên hatine rizgarkirin de 12 sivîl hene.
Andrey li ser hesabê xwe ya dijîtal der barê mijarê de wiha got: “Ev yekem pevguhertina jinan bû, ji 108 jinên ku hatibûn dîlgirtin 37 ji wan di meha gulanê de li gargeha Azovstal a bajarê Mariupolê hatibûn dîlgirtin.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Ukraynayê got ku hin jinên azadkirî ji sala 2019’an vir ve girtî ne. Berê jî, parêzgerekî ku ji aliyê Rûsyayê ve li herêmekê hatibû tayînkirin, got ku Kîev dê 80 deryavanên sivîl û 30 personelên leşkerî azad bike.