12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê li hev dicivin

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov, aşkere kir ku dê di demeke nêz de li ser asta cîgirên wezîrên karên derve, hevdîtinek di navbera Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê de pêk were

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ji medyaya Rûsyayê re axivî û aşkere kir ku şêwirên çaralî yên li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê dibe ku di destpêka Nîsana bê li Moskovê bê lidarxistin.

Bogdanov têkildarî mijarê got: “Di demek nêz de em amadekariyan dikin. Texmîn dikim di destpêka Nîsanê de hin civîn li Moskovê bên lidarxistin, dê ev şêwir bibin destpêka amadekariyên civîna wezîran.”

Daxuyaniyên Bogdanov piştî taloqkirina civîna çaralî ya têkildarî Sûriyeyê ku dihat payîn di 15-16`ê Adarê li dar bikevin, tên dayîn.

Duh jî wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebid El Lehyan bi telefonê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyê Feysel Miqdad re aixvîbû. Li gorî medyaya Îranê, herdu wezîran geşedanên herêmî û navneteweyî nîqaş kirine.

Berdevkê serokkomariya dewleta tirk Îbrahim Kalin jî duh daxuyand ku hewldanên ji bo lidarxistina civîna çaralî (Îran, Rûsya, Tirkiye, Sûriye) ya têkildarî Sûriyeyê, didomin û destnîşan kir ku dê serokên dewletan di wê civînê de amade nebin.

Beriya du rojan jî çavkaniyên dîplomatîk ên “rojavayî” ji rojnameya El Watan a nêzî hikumeta Şamê re aşkere kiribû ku şêwirên ji bo lidarxistina civîna komîteya çaralî ya li ser asta alîkarên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye, Îran û peywendiyên dîplomatîk dewam dikin.

Heman çavkanî îşaret bi vê yekê kir ku garantiyên ku hikumeta Şamê li ser israr dike mîna vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê û rawestandina piştgiriya rêxistinên çekdar, hê jî tên nîqaşkirin.