Nêzîkbûna Şam-Enqereyê piştî erdheja 6`ê Sibatê bi paş ketibû, lê mijar niha careke din dikeve rojevê. Gelo sedemên anîna rojevê ya vê mijarê çi ne, dê di dema pêş de çi encaman bi xwe re bîne?
Lê niha careke din rayedarên Rûs nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê tînin rojevê. Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn û Afrîkayê û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov daxuyand ku niha lidarxistina civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê tê nîqaşkirin.
Li ser sedemên lezdayîna Rûsyayê di nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta tirk de, lêkolînera têkiliyên navneteweyî û ewlehiya herêmî Dr. Îman Zehran ji ajansa ANHA’yê re axifiye.
Dr. Îman Zehran der barê armanca Rûsyayê de wiha gotiye: “Rûsya hewl dide baregeh û armancên xwe yên li Sûriyeyê ewle bike û dûre xebatên nêzîkkirina rejîmên tirk û Sûriyeyê bi pêş bixe, da ku şerê Rûsya-Ukraynayê veguhêze qadên jeo-polîtîk ên dûrî qada şer. Anku dixwaze şerê Rûsya-Ukraynayê bîne Sûriyeyê.”
Îman Zehran destnîşan kir ku li aliyê din dewleta tirk di demên dawîn de hem ji ber bandorên erdhejê hem jî ji ber têkçûna aboriya welat, ji hal ketiye û wiha dom kir: “Ev yek hemû aliyan tîne cem hev. Her wiha hewldaneke ku rewşê li herêmên krîzan ên xwedî girîngiyeke hevpar û di serî de Sûriye, aram bikin.”
Her wiha da xuyakirin ku armanca dewleta tirk ji vê nêzîkbûnê vegerandina têkiliyên bi Şamê re û gihîştina mekanîzmayeke hevbeş ji bo nêzîkatiya li hember tevgerên kurdî yên li bakurê Sûriyeyê ye û wiha dom kir: “Her wiha dixwaze ku barên têkildarî tevgerên meydanî û leşkerî yên li ser sînorê hevbeş bireve. Ew yek hemwextî krîza aborî û nêzbûna hilbijartinên li Tirkiyeyê, nexasim ku şensê Erdogan kêm bûye û ya hêzên opozîsyonê zêdetir dibe.”
Têkildarî hesabên Îranê jî, Îman Zehran got: “Tehran gavên ji bo nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê teşwîq dike û hewl dide li kêleka Moskovayê roleke navbeynkar bilîze. Ev yek ji ber gelek sedeman e. Ya yekemîn; jinûve daneheva rewşê li qada Sûriyeyê, ya duyemîn jî Îran hewl dide hebûna xwe li Rojhilata Navîn bi rêya Sûriyeyê ku deriyê ji bo xwegihandina Lubnanê ye, xurt bike. Ji ber ku li Lubnanê wekîla wê Hizbullah e. Ya sêyemîn jî berjewendiyên aborî yên Tehranê li Sûriyeyê mîna hevpeymanên jinûve avakirinê û kapasîteya enerjiyê ne.”
Li ser serkeftin an jî binkeftina hewldanên nêzîkbûnê, Îman Zehran wiha axivî: “Hîna mijar di çarçoveya ceribandinê de ye. Bi taybet mijara Sûriyeyê di gelek aliyan de girêk e û tê de berjewendî û ajande hene. Ji wê jî zêdetir aliyên siyasî yên Sûriyeyê parçebûyî ne û lihevkirinek li ser nexşerêya nîştimanî ya bidawîkirina krîza niha tune ye. Li kêleka wê jî tevgerên heyî yên ji bo nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê ne girêdayî geşedanên li Sûriyeyê, lê belê girêdayî guhertinên navneteweyî yên ji ber bandorên şerê Rûsya-Ukraynayê ne. Ev yek jî der barê serkeftina vê nêzîkbûna muhtemel de gumanan çêdike.”