Di vê dawiyê de Rûsyayê behsê kir ku hindik maye civîneke çaralî bi tevlêbûna wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê li dar bikeve. Her wiha Moskov hewl dide vê civînê Ii dar bixe.
Rûsya dixwaze bi rêya vê civînê, asta civînan ji ewlehî derbasî siyasî bike ji bo ku wê li hember dijberên xwe yên rojavayî wek kaxizeke siyasî bi kar bîne, nexasim ku cengeke wê li Ukraynayê ji ya li Sûriyeyê dijwartir heye.
Di vê çarçoveyê de cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov duh ragihand ku ji bo lidarxistina vê civînê, hewldanên veşartî hene.
Bogdanov wiha got: “Em li ser wê dixebitin, ji ber wê dikarim bêjim ku me li ser neeşkerekirina detayan heta dema wê were, li hev kir. Dikarim bi hêsanî wisa bêjim. Divê em bi awayekî veşartî li gorî rêgezên hêdî yên diplomatîk kar bikin.”
Beriya wê bi hefteyekê Bogdanov ragihandibû ku niha derfeta lidarxistina civîneke çaralî bi tevlêbûna wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê dinirxîne.
Roja din berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku divê çareserî nêz be. Roja 4’ê Adarê jî wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê bi rêya telefonê bi hev re axivîn û mijara lihevanîna Sûriye û Tirkiyeyê nîqaş kir. Agahî hene ku ji bo lidarxistina civîna çaralî şandeyên her sê dewletan di çend rojên dawîn de civiyabin.
Beriya civîna Tehranê ku 19’ê Tîrmeha 2022’yan bû, axaftina li ser nêzîkbûna hikumeta Şamê û Tirkiyeyê zêde bû. Wê demê wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Ebdulnehyan dema destpêka Tîrmehê serdana Şamê kir, got: “Em hewl didin têgihiştina şaş di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bi rêbazên dîplomatîk û diyalogê çareser bikin.”
Piştî civîna Tehranê 4 çavkaniyan ji Reutresê re aşkere kiribû ku di 15’ê Îlona 2022’yan de, serokê îstixbarata Tirkiyeyê tevî serokê nivîsgeha ewlehiya nîştimanî ya Sûriyeyê li Şamê gelek civîn li dar xistine. Ev nîşan dide ku hewldanên Rûsyayê ji bo ku her du aliyên nakok li hev bîne, bi pêş ketin.
Çavkaniyekî herêmî ku alîgirê hikumeta Şamê ye, ji Reuters’ê re got: “Serokê îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan û serokê nivîsgeha ewlehiya nîştimanî a Sûriyeyê Elî Memlûk wê demê li Şamê civiyan.”
Piştî civîna Tehranê di 23’yê Mijdarê de Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku amade ye bi hempîşeyê xwe yê sûrî Beşar El Esed re were ba hev û got: “Tu nakokiyên siyasî yên ebedî tune ne.”
28’ê Kanûnê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dan û standinên sêalî li dar xistine.
A balkêş ew e; di wê civînê de Îran tune bû ku aliyekî Astanayê ye û piştevanê sereke yê hikumeta Şamê ye. Ji ber wê Tehran bi hêrs bû û ragihand ku ew ji paşguhkirina wê ne rihet e.
Hêrsa Îranê di daxuyaniyên berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kanaanî diyar bû ku di civîneke çapemeniyê de got: “Îran her tim bi çareseriya siyasî re ye, ne bi ya leşkerî re. Ew di vê helwesta xwe de li hember doza Sûriyeyê bi israr e.”
Her wiha got: “Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê rola cidî ya Komara Îslamî ya Îranê di şerê li dijî terorê de û piştgiriya gel, hikumet, yekitiya welêt û çareserkirina aloziya Sûriyeyê fêm kir.”
Daxuyaniyên hikumeta Şamê piştî civîna ewlehiyê ya Moskovê, dengvedanê acizbûna Îranê bû ku hikumeta Şamê derketina leşkerên tirk ji Sûriyeyê û rawestandina piştgiriya Enqereyê ji bo çeteyan, ji bo temamkirina normalîzekirinê şert danîn. Çavdêran diyar kir ku Îranê bi rêya Şamê xwest peyamekê bide, ji ber ku ew ji civîna Moskovê hat dûrxistin.
Piştî daxuyaniyên Şamê, Moskov û Enqere tev geriyan ku Lavrov ragihand wan li hev kiriye ku Îranê tev li xebatên normalîzekirinê bikin.
Lavrov 31’ê Çileyê ragihand ku gihaştine wê lihevkirinê ku li ser bingeha ku peywendiyên bê yên normalîzekirinê bi navbeynkariya Rûsya û Îranê bin, Îranê tev li vê xebatê bikin.