Piştî ku Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir ku ji Ukraynayê derkevin û leşkerên xwe şandin Polonyayê, Rûsyayê nerazîbûna xwe ji van tevgerên DYA’yê anî ziman.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zagarova derbarê şandina 3 hezar leşkerên DYA’yê bo Polandayê de wiha got: “ Amerîkayê bi her awayî dixwaze şer derkeve û hemû cîhan dibîne çawa empiryalîst armancên xwe yên siyasî û leşkerî bicih tînin.” Zagarova di berdewamiya axaftina xwe de hewldanên gurkirina aloziyê ya ji alî DYA’yê ve tê kirin wiha nirxand û got: “ Xwesteka Qesra Spî ew e ku bi çi buhayî be bila bibe ew dixwaze şer gur bibe, lewre jî agahiyên çewt û bêbingeh belav dikin.”
Der barê mijarê de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya DYA’yê Jake Sullivan jî daxuyaniyeke wiha bi rojnamegeran re parvekiribû û gotibû: “ Dibe ku Rûsyayê di dema lîstikên Olimpyatê de êrîşî Ukraynayê bike.”
Li gorî Zagarova çapemeniya welatên Rojava û DYA’yê pêngaveke ji nûçeyên bêbingeh dane destpêkirin û dibêjin ku dê Rûsyayê destwerdana leşekrî bike, ji bo ku daxwazên Rûsyayê û pêşinyarên wê yên mafdar vala derxînin.”