Li rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser û MSD di qada dîplomasiyê de hevdîtinên girîng pêk tînin. Bi boneya tevahiya pêşeroja Sûriyeyê herî zêde Rêveberiya Xweser dikeve nav liv û tevgerê. Wek tê zanîn ku meha borî heyeta Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi Rûsya û Amerîkayê re hevdîtin pêk anî bûn. Di hevdîtina bi Rûsyayê re herdu aliyan bal kişandibû ser girîngiya diyaloga Sûriyeyê û di warê çareserkirina pirsgirêkan de gaveke girîng bû.
Herî dawiyê di 23’yê mijdarê de dubare ji aliyê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ve hatin pêşwazîkirin.
Têkildarî naveroka hevdîtina Rêveberiya Xweser a dawî ya bi Rûsyayê re em bi Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Karê Derve, Rohat Mele Xelîl re axivîn. Mele Xelîl diyar kir ku êdî dosyaya Sûriyeyê teslîmî Rûsyayê bûye û di encama vê yekê de jî ji aliyê wezarata Karên Derve yê Rûsyayê ve hatine vexwendin.
Îtîfaqa di navbera Rûsya û DYA’yê de
Rohat Mele Xelîl têkildarî hevdîtina Rêveberiya Xweser a bi Rûsyayê re axivî û da zanîn ku di nava du mehan de du caran bi Rûsyayê re li Moskowê hevdîtinê pêk hatine û wiha got: “Ji bo rewşa tevahiya Sûriyeyê ji bo avakirina istiqrarekî ya ku piştî tifaqa di navbera Amerîka û Rûsyayê de, li ser esasê wê îtîfaqê ye. Li gor wê îtîfaqê dosyaya Sûriyeyê teslîmî Rûsyayê bû. Ji bo rewşên teswîyet ên milê siyasî di hundirê Sûriyeyê de êdî Rûsya pêve eleqedar dibe. Vexwendina Rûsyayê ya heyeta MSD û Rêveberiya Xweser jî ji bo derbaskirina krîz û rewşa siyasî ya li Sûriyeyê ye. A din jî li ser esasê pêkanîna biryarên 2254 a ji zagona Ewlekarî ya Navneteweyî ku ji bo ji nûveakirina aborî, civakî, siyasî û ji bo kesên koçberî welatên din bûne, pêk hat.”
Qanûna Qeyseriyê û encamên wê
Xelîl têkildarî naveroka hevdîtina dawî de da zanîn ku di asteke bilindtir de pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Bi Navenda Têkiliyên Derve ya Rûsyayê re têkilî hat danîn. Bêtir li gorî taqîbatên heyî zindî daxuyanî hat dayîn. Bi taybetî li ser mijara istiqrara Sûriyeyê hat sekinandin. Bal kişandin ser herêma di destê Rêveberiya Xweser û ya di rejîmê de. Ji bo lihevkirineke di navbera herdu aliyan de jî axaftin pêk hat. Yek ji mijara ku hat axaftin jî encamên qanûna Qeyserî ya ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser tevahiya Sûriyeyê hatiye ferzkirin bû. Ji sala 2011’an ve ev ambargoya li ser Sûriyeyê didome. Hewcebûna alîkariya însanî hat nîqaşkrin û hat gotin ku divê ev alîkariyên însanî ji bo Sûriyeyê jî bên kirin. Hewceye di van alîkariyan di navbera herêman de jî tu cudahiyek tune be ji ber ku ev rewşa krîzê dibe sedem ku gel koçî welatên biyanî bikin.”
Dixwaze diyalogê ava bike
Rohat Mele Xelîl destnîşan kir Rûsya derbarê mijara qanûna Qeyserî de piştgirî dide, dixwaze bibe alîkar û axaftina xwe wiha domand: “Di navbera MSD û Şamê de dixwaze diyalogê ava bike. Em dizanin ku diyaloga di navbera Şam û Rêveberiya Xweser dê dawiyê li aloziyê bîne û rewşa Sûriyeyê wê ji nû ve li ber çav bê derbaskirin.
Deriyê Til Koçerê
Der barê girtina deriyê Til Koçerê de jî Xelîl da ragihand ku di hevdîtinan de bal kişandine ser vê mijarê jî wiha axivî: “Mijareke din jî girtina deriyê Til Koçerê bû ku bi zagona Ewlekarî ya Navneteweyî hatibû girtin. Vê yekê jî kir ku di milên însanî de kêmasî derkevin û gel muxtacî birçîbûnê bikin û li ser herêmê dagirkirina aborî pêk anî. Hewceye mijara deriyê Til Koçerê ji ber ku mijareke însanî divê nebe mijareke siyasî jî.”
Êdî divê encam derkeve holê
Rohat Mele Xelîl dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên heta niha hatine kirin û wiha got: “Hevdîtinên heta niha pêk hatî de tu encam tune ne, di asta hevdîtinan de tenê pêk tê. Helbet divê êdî encam ji bo pêşeroja tevahiya Sûriyeyê pêk were û li ser vî esasî diyalog pêk were. Dê ev hevdîtin di vê astê de nemîne. Daxwazî û hewldanên heyî dê di vê astê de nesekinin û her wiha têkilî dê bidomin.”