25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ruspiyên Helebê: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Meclis û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji şêx û rûspiyên eşîrên Sûriyeyê re şandibû, silav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew piştgiriya pêngava aştiyê ya Abdullah Ocalan serkêşiya wê dike, dikin.

Di rojên borî de Rêberê Kurd Abdullah Ocalan ji eşîrên ereban re nameyek şand. Nemaya Abdullah Ocalan gihişt destê eşîran. Şêx, rûspiyên eşîrên ereban bi germahî û dilxweşiyek mezin nameya Abdullah Ocalan pêşwazîkirin. Li Helebê jî şêx, rûspiyên eşîran bi daxuyaniyekê nameya Abdullah Ocalan hat silavkirin û pişgiriya xwe rave kirin. Beriya daxuyanî were xwendin, endamê Meclîsa Eşîran Mihemed Beko nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû xwend. Paşê şêxê eşîra Dîdan a Beraziyan Ehmed Sadiq Heyder Axa daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Helebê ne. Me nameya Rêber Abdullah Ocalan xwend. Me naveroka wê jî baş xwend û lêkolîn kir. Me hezkirin û aştiya em jê fêrî bûne tê de dît. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî her dem erênî ye. Îro me nameya erênî careke din dubare tê de dît. Banga parastina ewlekariya gelerî dike. Banga avakirina Sûriyaya demokratîk a pireng û ne navendî dike. Sûriyaya karibe gelê xwe bi hemû mezheb, netewe, ol û eşîran biparêze.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku naveroka nameya Rêber Abdullah Ocalan li gorî daxwaza gelê Sûriyeyê ye û wiha hate domandin: “Em bawer dikin ku ev name nûnertiya daxwaza gelê Sûriyeyê dike. Mafê hemû pêkhateyan diparêze. Em jî beşekî wê ne. Em ê tekoşîna xwe bi hemû aliyan re bidomînin, da aştiya gelerî pêk were û Sûriyaya demokratîk ava bibe. Di serî de jî dê hevkariya me bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re pêk were. Ji ber ew e hêza ku hêviyên rastîn ên gelê Sûriyeyê pêk tîne. Hemû pêkhateyên wê kiriye yek.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev soz hate dayîn: “Em soz didin em ê bi hemû hêza xwe biratiya gelan û jiyana hevbeş a li dûrî nijatperestî û cûdahiyên mezhebî û olî, biparêzin. Em ji Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re redigihînin ku em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.”