Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê li pêşiya avahiya perwerdeyê kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin.
Rûspiyê êla Benî Sebha, Salih Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Guhertinên li Sûriyeyê rû didin, hilweşandina hikûmeta Şamê li hemberî komên çekdar ên Heyet Tehrîr El Şam û komên Ceyş El Wetenî yên girêdayî Tirkiye, kontrola wan a li Heleb û Hemayê hewldanek ji bo koçberkirina sivîlan e. Di heman demê de kiryarekî nîjadperestî ji bo razîkirina Tirkiye ya faşîst e.”
Di daxuyaniyê de hikûmeta Şamê wekî berpirsa êşa gelê Sûriyeyê hat dîtin. Hat bi bîrxistin ku hikûmeta Şamê ya çareseriyên aştiyane red dike sedema aloziya zêdetirî 10 salan a li Sûriyeyê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bangawazî hatin kirin: “Em rûspî û oldarên li bajarê Girkê Legê bang dikin, sivîlan ji planên mêtîngeriyê yên Tirkiye yên li ser xaka Sûriyeyê biparêzin û li ber hewldanên wê yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser bigirin. Em bi HSDê re ne. Em bang li keç û xortên xwe dikin ku tev li HSDˈê bibin.”