12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûreşiya dagirkerê zalim û bindestên fêlbaz

Dualîte rêgezeke bingehîn a xwezayê ye û hem jî rêgeza herî girîng e. Diyalektîka xweza û girêdayî vê yekê diyalektîka civakê jî li ser vê dualîteyê saz dibe. Baş û xerab, delal û kirêt, reş û spî, qencî û xerabî hemû li gorî vê pîvanê wate digirin. Nakokî bi hev re di nav şer de ne. Li dijî hev têdikoşin.

Di encama vê têkoşînê de nakokiyek serdest dibe û ji nakokiya din jî hin hêman bi rêya guherandinê di nav xwe de dihewîne. Ji vê re jî sentez tê gotin. Dualîte nakokî, nakokî têkoşînê û têkoşîn jî tevgerê pêk tîne. Lê her çiqas rastiya sentezê hebe jî nakokî heman tişt nîne. Jixwe heman tişt bin, dualîte, diyalektîk û nakokî ne pêkan e. Weke encama vê rastiyê jiyan jî ne pêkan e.

Jiyana civakî jî li ser jiyana xwezayî bilind bûye. Heman dualîte, nakokî û diyalektîk di zagonên xwezayî de jî derbasdar in. Weke ji navê wê tê zanîn di vê hevsengiyê de du alî hene. Ji ber vê ne pêkan e ku tiştek, mirovek an jî komek di heman demê de her du alî be. Tiştek şênber an ew e, an jî ya din e. Di heman heyberek ango tiştek nikare bibe hem ew û hem jî ya din. Ev yek derveyî zagonên xwezayê ye. Tiştên li dijî xweza û zagonên xwezayê jî encam nadin û kêrî tiştekê nayên. Tenê xwediyê xwe diwestînin. Encama tevgerên derveyî zagonên xwezayî xwe xapandin, gaflet û perîşanî ye. Hem bi mirov dide windakirin û hem jî bi civaka ku mirov endamê wê ye dide windakirin.

Dagirker û bindest

Em çima behsa vê rewşê dikin? Çend roj beriya niha li Mêrsînê çalakiyek çêbû. Ev çalakî encama şerê 50 salan berdewam dike ye. Du aliyên vî şerî hene. Yek dewleta tirk û ya din jî tevgera azadiya gelê kurd e. Her du alî li dijî hev şer dikin. Di xwezaya şer de jî bêguman ji holê rakirina reqîb an jî dijmin heye. Her aliyek şer, ê din weke dijmin dibîne û armanca aliyan jî ew e ku dijminê xwe ji holê rake. Ev mijarek ji hêla dîrok, civak û mirovahiyê ve zelal e. Ji bo wê pêwistî bi nîqaşa vê yekê tuneye. Ji bo wê pêwistî bi helwest û hewldana mirov bibe her du alî jî tuneye. Mirovahiyê ev yek jî qebûl kiriye. Aliyên şer nikarin di heman demê de bibin hem ew hem jî ya din. Helwest û armancên aliyan zelal in.

Lê mixabin di mijara Kurdistanê de ev rêgeza xwezayê tê berovajîkirin. Gelek kurd hewl didin ku bibin her du alî. Hem bibin dagirker û hem jî bibin bindest. Hem dixwazin bibin dewleta dagirker û hem jî bibin gelê mazlûm ê kurd. Hem daxwazên dewletê bi cih tînin û hem jî daxwazên gelê kurd bi lêv dikin. Hem xwe li aliyê dewletê nîşan didin û hem jî weke li rex gelê kurd û heta nûnerê kurdan nîşan didin. Hem li ser navê dewletê diaxivin û hem jî li ser navê kurdan biryar didin. Hem tundiya dewletê diparêzin û hem jî xwe weke dostên kurdan nîşan didin. Eletewşiyek sosret derdikeve holê. Rastî û xeletî, xerabî û başî, qencî û neqencî, delalî û kirêtî, reş û spî, tarî û ronahî tevlihev dibe.

Gur û mih!

Pîvanên xweza û civakî tên berovajîkirin. Aloziyeke exlaqî, polîtîk û çandî tên afirandin. Av tê şêlûkirin, toz û dûman tê rakirin. Cihek xwezayî ku mirov bibawerî piyê xwe biavêjê nahêlin. Rêgezên mirov jê bawer bike û xwe pêve bigire hildiweşînin. Her tiştî normal û pêkan nîşan didin. Di vê çarçoveyê de hewl didin ku xwe weke her tiştî nîşan bidin. Hem bibin ew û hem jî bibin a din. Ligel her du aliyan cih bigirin. Di heman demê de hem bibin gur û hem jî bibin mih. Nirxan bi tevahî ji holê radikin. Bêbawerî û bêhêvitiyê li her derê serdest dikin. Her tiştî ji rastiyê dûr dixin û tînin astek ku li gorî rewşên ayende bê tewandin û guherandin. Bêrêtî, bêrêgezî û bênirxiyê weke rastiya esasî, weke zagona bingehîn a xwezayî nîşan didin.

Bêguman ev yek bela sebeb û vala nayê kirin. Hem zordest û hem jî bindest vê yekê bi zanîn dikin. Zordest, desthilatdar û dagirker bi vê riyê serweriya xwe saz dikin û didomînin. Bindest jî berovajî vê yekê armancên xwe yên keseyatî û malbatî saz dikin û didomînin. Ji bo vê rêgez, nirx, zagonên civakê ji xwe re weke rê dibînin û ji binî ve hildiweşînin. Civakê ji rê û rêgezan bêpar dihêlin. Rê li ber mirovan winda dikin, şaş dikin û aloziyê derdixin. Bi vî awayî rêya berjewendiyên xwe wekî tekane rê nîşan didin. Zordest ji hêza xwe bawer dike. Hemû zordarî, zilm û zora xwe weke mafek bingehîn dibîne. Hemû hewldanên li dijî vê zordariya xwe jî reş dike. Ji bo dagirkerî, desteserkirin û talana xwe bidomîne tundiyê bi kar tîne û vê yekê weke mafekî nîqaş nake û ditepisîne.

Bûyera Mêrsînê û şermezarkirin

Bindestên ku di aliyê bîrdozî de qels in, wêrekiya wan nîne, rastiya zagonên xwezayê û girêdayî vê yekê rastiya dijmintiyê nizanin. Hewl didin di nav vê şêlûbûn, tevlihevî û aloziyê de rastiya xwe veşêrin. Dema rê, rêgez û pîvanên li gorî diyalektîkê ji holê radibin, bindestê kone çavek li dijmin diniqîne, çavekê li civaka xwe ya bindest. Piyek wî di nav pergalê de û piyê din di nav civaka bindest de ye. Hem bi serdestan re dixebite û hem jî nûnertiya bindestan dike. Qelsiyên xwe yên bîrdozî, hişmendî, civakî û çandî bi konetiyê telafî dike. Lê çi bike bila bike dawiya wî xeflet e. Rezîlî û perîşanî ye. Li Kurdistanê ji van kesan zehf in.

Rewşa piştî çalakiya li Mêrsînê derketî holê jî ev e. Kes û derdorên di rewşa heyî de îstîkbala xwe û berjewendiyên xwe difikirin, pê re peyamên şermezarkirinê weşandin. Gerdan vedan û çav li dijmin neqandin. Hewldan li ser vê bûyerê xwe li ber çav û dilê serdestê xwe şêrîn bikin. Hinek merhemeta serdestê xwe û eferimek derdorên cuda bigirin. Serdest ev heft sal in bênavber zarok, pîr, kal, jin û ciwanên kurdan qetil dikin. Her roj bi balefiran cih û warên kurdan bombebaran dike. Bi balefirên bêmirov zarokan qetil dike. Çekên kîmyewî bi kar tîne. Zindanan bi kurdan dadigire. Ji bo hinek merhameta vî xwînmêj, dagirker û dijminî bersiva herî biçûk a bindestan şermezarkirin e.

Tîpolojiya kesên kole

Qaşo du alî ne lê di heman mijarê de gihîiştin hev û li hev kirin. Ku hem dagirkeriya tirk û hem nûner û dostên kurdan li ser heman mijarê hemfikir bin, li wir pirsgirêk heye. Hinceta vê yekê nabe. Ku gotinên dagirkeran, daxwazên wan ji devê hin kurd û dostên wan derkevin, li vir xeletiyek heye. Ev yek dijberî zagonên xweza û civakê ne. An nakokiyek di navbera wan de tuneye, gel dixapînin an jî durû ne. Bi îhtîmala herî baş di nava xefil û nezaniyê de ne. Ev her sê jî bijartekê ji hev xirabtir in. Li ser navê gel ev keraseteke û nayê qebûlkirin. Jixwe gelê kurd jî qebûl nake. Ku ev kes û dost di vê rewşê de israr bikin dê rastî bertekek cuda ya gelê kurd bên. Ne wekî nûner tên qebûlkirin û ne jî weke dost.

Hemû zagonên xwezayê, zagonên civakê, nirxên madî û manewî bi hevokekê berhewa kirin. Hewl dan hem li rex kujer û hem jî li rex mirî cih bigirin. Komkujî, tevkujî, dagirkerî û zordariya dijmin anîn bi çalakiyek bersivdayînê ya bindestan re hevrû kirin. Bi vê jî neman pê re li rex dagirkerê ku xwedî hêz dibînin, cih girtin. Ev helwesta kesên qels, bêbîrdozî, bêhişmendî, bêçand, bêmanewiyat, newêrek, fêlbaz, bêvîn û bêîdîa ye. Ev tîpolojiya kesê kole ye. Encama dagirkirina Kurdistanê ya hezaran salan e. Bingeha dijmin jê hêz digire ye. Qebûlkirina vê yekê, normal dîtina vê rewşê û heta tehamûlkirinê wê dahî nepêkan e.

Helwesta hêzê dide dagirkeran

Her kurdek divê li dijî vê helwesta kone û durû xwedî helwestek gelek zelal be. Tişte hêz dide dagirkeran ev helwest û kesayeta durû ye. Ev helwesta ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî nirxên civakî berhewa dike. Têkoşîna gelê kurd a 50 sal in didome jî li dijî vê kesayeta kirêt, newêrek, bêbawerî, durû û fêlbaz e. Têkoşînê li şûna vê kesayeta kole, kesayeta kesê azad afirand. Li dijî komkujî, tevkujî, dagirkerî, zordestî û tundiya dijmin disekine. Bedeldayînê li ber çavan digire, ji serkeftinê bawer dike. Bi wêrekî di ser dijmin de diçe. Ji bo pêşeroja gelê xwe jiyana xwe dide.

Şermezarkirina bûyera li Mêrsînê ya ji hêla siyaseta kurd û siyaseta dostên wan ve rûreşiyek herî mezin e ku heta niha nehatiye dîtin. Ji rê derketine. Ketina riyek ku hemû nirxên gelê kurd tune bike ye. Ev helwest û siyaset bi tu hincetan nayê qebûlkirin. Jixwe gelê kurd ev yek qebûl nekiriye. Hemû cureyên faşîzma tirk dikarin vê yekê şermezar bikin. Şermezarkirina wan boneya têkoşîna gelê kurd e. Lê kes û komên li rex gelê kurd cih digirin, di îdiaya nûnertiya gelê kurd de ne, nikarin vê yekê bikin. Gelê kurd jî destûrê nade vê yekê. Ji bo vê dê rê, rêgez û pîvanên xwe zêdetir zelal bike. Li gorî van rê, rêbaz, rêgez û pîvanan jî dê xwedî li nirxên xwe derkeve.

Alî û hêl zelal in

Divê herkes vê yekê wisa bizanibe. Di heman demê de hem nûnertî û dostaniyan kurdan û hem jî hemfikirbûna bi dagirkerên kurdan re ne pêkan e. Bila kes xwe nexapîne û aqilê xwe bide serê xwe. Kesên wêrekî û kapasîteya wan a nûnertî û dostaniya kurdan tunebe, pêwîstiya bedela ji bo vê yekê li ber çavan nagirin, divê xwe bidin aliyekê. Dibe xwe pir aqil û fêlbaz bihesibînin an jî xwe bixapînin lê nikarin gelê kurd bixapînin. Divê bizanibin nikarin hem ligel dagirkeran û hem jî ligel gelê kurd bisekinin. Alî û hêl zelal in. Ew vê ferasetê nîşan nedin dê gelê kurd helwesta pêwîst nîşan bide.